Bi hezaran jin daketin Taksîmê

  • jin
  • 19:07 8 Adar 2021
  • |
img
STENBOL - Bi hezaran jin li Kolana Siraselvîler a Taksîmê ji bo Meşa Feminîst a 19'an li hev kom bûn, bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Karakoyê ve meşiyan.
 
Jin, li Stenbolê fînala 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya "Îsyana feminîst li her derî" 19'emîn Meşa Şevê ya Feminîst li dar dixin. Beriya meşê gelek kolanên ber bi Kolana Îstiklalê û Taksîmê ve diçin ji bo çûnhatinê hatin girtin. 
 
Jinên ku kincên rengîn li xwe kirin, bi pîspîskê û flamayan tim dirûşmeyên "Em ne terka şevan, ne jî terka kuçeyan dikin", "Dinya diheje gava jin azad dibin", "Jin, jiyan, azadî", "Ne edaleta mêr, edaleta rast", "Îsyan", azadî" û "Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin" berz kirin. Jinan demekê jî govend gerand. 
 
DAXUYANÎ BI 3 ZIMANAN 
 
Beriya meşê bi kurdî, tirkî û erebî daxuyanî hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştevaniya jinê hêza xwe ji feminîzmê digire û wiha hat gotin: "Çi dibe bila bibe, cardin jî em li kuçeyan li cem hev in. Em bi kenê xwe, bi hêrsa xwe, bi serîhildana xwe û têkoşîna xwe 19 sal in bi meşa feminîst li vê derê ne." 
 
'EM XWEDÎ LI JIYANA XWE DERDIKEVIN' 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku feraseta patriyarka li malê, li kar, li kuçeyan û li her derî serdestiya xwe ferz dike û wiha hat gotin: "Feminîzm, hêza na, xwedîderketina li jiyana xwe, li bedena xwe û keda xwe dide me. Em bi vê hêzê li her derî serî radikin û têdikoşin. Em xwedî li jiyana xwe derdikevin." 
 
SERÎHILDANA FEMINÎST 
 
Di daxuyaniyê de hepsîbûna li malê ya di dema pandemiyê de jî hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Em li hemberî kesên karê malê dispêrin me, nihêrîna zarokan dixin stuyê me, tahdeyê li me dikin serî radikin! Serîhildana feminîst li malê, li hemberî malbatê! Serhîldana feminîst li kuçeyan e!"
 
Di daxuyaniyê de taciz, tecawiz, destdirêjî, mobîng, tahdeya li jinê û kuştinan jinan hat bibîrixtsin û wiha hat gotin: "Li dijî kapîtalîzmê, li dijî nîjapdperestiyê û zextên dînî aştî, demokrasî, wekhevî û azadî." 
 
MEŞ DEST PÊ KIR 
 
Piştî daxuyaniyê jinan bi pankarta ku li ser bi nivîsa mor "Serhîldana feminîst li her derî" nivîsandin û bi berzkirina dirûşmeyan û tilîlî û çepikan jin ber bi Karakoyê ve meşiyan. Di dema meşê de pankartên li ser "Hemû reng li cem hev du, hemû deng li cem hev du, heman cîhan", "Em ê vî bajarî bidin ber êgir", "Em ê malên em tê de tên hepskirin bi ser serê we de bînin xwarê", "Peymana Stenbolê jiyan e", "Ne min, kujerê min bigire", "Jina li her derî ne", "Bogazîçî li ber xwe dide, "Mafên transan, mafên mirovan e" nivîsandî û wêneyên siyasetmedarên jin ên girtî hatin hilgirtin. 
 
HEVSEROK BÛLDAN JÎ TEVLI MEŞÊ BÛ 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay û parlementer Zuleyha Gulum û Oya Ersoy jî tev li meşê bûn.