Daxwaza hevpar a jinan: Azadî

  • jin
  • 09:25 9 Adar 2021
  • |
img
WAN - Li Wanê jinên ku 8'ê Adarê bi coşeke mezin pîroz kirin, destnîşan kirin ku tenê daxwazek wan heye, ew jî şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh li bajêr fînala çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi mîtîngekê li Parka Mûsa Anter li dar xist. Jinên ku bi kincên xwe yên xwecihî û rengîn tevli mîtîngê bûn, xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û newekehevî û bêedaletî ji holê bê rakirin. 
 
AZADΠ
 
Siyaset Dînçer, destnîşan kir ku tekane daxwaza wan azadî û aştî ye û got: "Em dixwazin her kes azad bibe. Êdî divê jin azad bibin. Ma ê ev zext û zorî heya kengî bidomin?" 
 
Asya Ozlu jî diyar kir ku ji bo mafên jinan û ji bo zimanê xwe daketine qadan. Ozlu, xwest şer bi dawî bibe û girtî bên berdan û got: "Em dixwazin Ocalan bê berdan. Jin, mirinê naxwazin. Dest nedin jinan. Divê jin azad bibin." 
 
'EM JI BO MAFÊN XWE LI QADAN E' 
 
Hediye Acar jî xwest aştî çêbibe û zext û zorî bi dawî bibin û got: "Êdî bes e, ev qas zilm û tahde. Zilm heta bi hetayê dewam nake. Em dixwazin girtî bên berdan. Duh jinek hat kuştin. Em naxwazin êdî jin bên kuştin. Lewma em li qadan e." 
 
Jineke ku nexwest navê wê bê nivîsandin jî got: "Em ji bo serketina jinan li qadan e. Ji bo ev zilm biqede, em ji bo azadiyê li qadan e."