Hiqûqzanên jin kovara ‘Fanjin’ weşandin

  • jin
  • 11:00 9 Adar 2021
  • |
img
AMED - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, bi wesîleya 8’ê Adarê bi navê “Fanjin” kovareke dîjîtal weşand. 
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi navê “Fanjin” kovareke dîjîtal amade kir û weşand. Di kovarê de nivîs, helbest, resm û fotografên parêzerên jin cih digire. Tê payîn ku di demên pêş de kovar berfirehtir were weşandin.