Ruhê berxwedana 8’ê Adarê wê li Newrozê jî nîşan bidin

  • jin
  • 14:11 9 Adar 2021
  • |
img

AMED - Aktîvîsta TJA’yê Sevîm Bîçîcî diyar kir ku tevî hemû zextan jî 8’ê Adarê bi coş derbas kirine û got: “Me li qadan li qadan qîr kir ku em ê li dijî tecrîd û qirkirinê jiyana azad ava bikin. Helbet em ê vê coşê derbasî Newrozê bikin.” 

 
Li Amedê bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) bi dirûşma “Em li dijî qirkirinê jiyanê û li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar xist. Mitîng li Meydana Îstasyonê pêk hat û bi hezaran jin beşdar bûn û bal kişandin ser “azadî” û “tecrîdê.” 
 
Jinan di 8’ê Adarê de li dijî tundî, tacîz, kuştina jinan, destdirêjî û her cûre sepanên li ser jinan dengê xwe bilind kirin û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û daxwazên wan werin pejirandin. 
 
Di serî de li Amedê û li gelek bajarên din jin bi xeml û coşa xwe daketin qadan û meş li dar xistin û daxwazên xwe qîr kirin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîm Bîçîcî coş û kelecana 8’ê Adarê ya li pey xwe hiştin nirxand.
 
‘ME GOT EM DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNADIN’ 
 
Bîçîcî anî ziman ku mitîngên 8’ê Adarê gelek bi moral û coş derbas bûne û got: “Li gel pêvajoya pandemiyê jî jinan qadan terk nekir. Di pêvajoyên dawî de şahiyên wisa nehatibûn lidarxistin. Ji ber vê yekê jî em jin li kêleka hev kom bûn û me daxwazên xwe qîr kir û her wiha coşa xwe nîşan da. Li dijî jinan û destkeftiyên jinan êriş hene. Me li dijî vê hêrs û îsyana xwe nîşan da. Li qadên 8’ê Adarê me carek din got em dest ji têkoşîn û destkeftiyên xwe bernadin.” 
 
DAXWAZA AZADIYÊ 
 
Bîçîcî destnîşan kir ku wan bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê û li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” jinan vexwendin qadan û got: “Me li qadan jî vê dirûşma xwe qîr kir. Em ne qirkirinê jiyanê diparêzin. Em ne tecrîdê azadiyê dixwazin. Me azadiya ziman, çand, dîrok û hebûna xwe qîr kir.” 
 
WÊ COŞA 8’Ê ADARÊ BIBIN NEWROZÊ 
 
Bîçîcî destnîşan kir ku hêviya wan ji mitîngê dikir pêk hat û wiha got: “Tevî ewqas zext, zilmê, binçavkirin, girtinan jî beşdariya mitîngê baş bû. Beşdariya mitîngê baweriya me ya ji bo azadiyê û hêviya me zêdetir kir. Em pergala ku jinan tune dihesibînin naxwazin û me li dijî vê qîr kir. Me carek din li qadan qîr kir ku em ê li dijî tecrîd û qirkirinê jiyana azad ava bikin. Helbet em ê vê coşa 8’ê Adarê derbasî qadên Newrozê jî bikin. Newroz cejna azadiyê ye. Em ê di Newrozê de coş û daxwazên xwe mezintir bikin û Newrozê bi beşdariyên zêdetir pîroz bikin.”