5 roj in ji jina ciwan agahî nayê girtin

  • jin
  • 14:37 9 Adar 2021
  • |
img
ISPARTA - Ji bo Zîlfînûr Bakir a li navçeya Yalvaçê beriya 5 rojan ji malê derket û careke din agahî jê nehat girtin, lêgerîn dan destpêkirin.
 
Ji Zîlfînûr Bakir a 23 salî ya li navçeya Yalvaç a Ispartayê dijî ji 5’ê adarê û vir ve agahî jê nayên girtin. Piştî ku malbaya wê tu agahî ji Bakirê negirt serî li polîsan da. Li ser vê yekê polîsan derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û dîmenên wê yên ku di 5’ê adarê saet di 10.30’an de di rê de dimeşe bi dest xistin. 
 
Hat hînbûn ku Bakır roja ku windabûye li otobûsa ji navçeya Yalvaçê diçe Ispartayê siwar bûye û dema hatiye devera Yeşîlkoya navçeya Gelendostê peya bûye. Pişt re rêwiyekî di heman maşîneyê de dîtiye ku Bakir ji otobûsê peya bûye bi vî awayî îfade daye polîsan.