Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin

  • jin
  • 10:44 23 Adar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî betalkirina Peymana Stenbolê di 72 saetan de 5 jin hatin kuştin û jinek jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Bi Biryarnameya Serokkomariyê Peymana Stenbolê hat betalkirin. Di ser betalkirina vê peymanê de 72 saet derbas bû. Di nava van 72 saetan de lig elek bajarên Tirkiyê xeberên cînayetên kuştina jinan hatin. Di van êrişên li dijî jinan de 5 jin hatin kuştin û jinek jî bi awayek guman mirî hat dîtin. 
 
Duh li navçeya Alanya ya Antalyayê Rabî Dogan (34) a di pêvajoya hevberdanê de bû ji aliyê B. Dogan ê beriya bi guhertina înfazê ji girtîgehê hat berdan ve bi sîlehê hat kuştin. 
 
ÎZMÎR  
 
Li navçeya Konakê ya Îzmîrê jî duh êvarê Firat Koksal ê polîs bi sîlehê Nagîhan Uste (33) kuşt. Kujer pişt re xwe întîhar kir. 
 
DENÎZLÎ
 
Li navçeya Pamûkkale ya Denîzliyê jî Erkan S. hevjîna xwe Meral S. (50) ku li ber hevberdanê bûn kuşt. 
Pişt re cîranan Erkan S. zeft kir û radestî polîsan kirin. 
 
OSMANIYE
 
Li Osmaniyeyê jî Cemal F. hevjîna xwe Serpîl F. kuşt. Hat zanîn ku Cemal F. bi awayek sîstematîk tundiyê li Serpîl F. dikir û ev demek dirêj bû ji hev cuda dijiyan. 
Pişt re kujer Cemal F. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. 
 
EDENE
 
Li navçeya Karaîsali ya Edeneyê jî Elîf Atay û hevjînê xwe Mehmet Fevzî Atay bi awayek guman mirî li malê hatin dîtin. 
 
ISPARTA 
 
Di 5’ê adarê de li navçeya Yalvaç a Ispartayê Zilfînûr Bakir (23) winda bûbû û li qeraxê Gola Egîrdîr mirî hat dîtin.