‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’

  • jin
  • 09:00 24 Adar 2021
  • |
img

EDENE - Seroka Duyemîn a ÇHD’ê Parêzer Umît Buyukdag, diyar kir ku desthilata AKP'ê ji bo jê sûd werbigire aloziyê derdixe û biryarên dûrî aqilan digire û got: “Hewl dide vê jî li ser jinan, kurdan û muxalîfan bike.”

Tirkiye, bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan ji Peymana Stenbolê ku têkoşîna li dijî tundiya derûnî, şopandina bi israr, tundiya fizîkî, tecawiz, zewaca bi zorê, suneta jinan, ferzkirina kurtajê û xesandina bi zorê di nav xwe de dihewand, vekişiya. Biryarê vê vekişandinê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Destpêkê Tirkiyeyê vê peymanê îmze û qebûl kiribû. Seroka Duyemîn a Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Parêzer Umît Buyukdag, vekişandina ji Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê nirxand. 
 
LI DIJÎ AQIL E 
 
Parêzer Umît Buyukdag, diyar kir ku AKP di serî de aborî û siyasî qrîzeke cidî dijî û hewl dide van qrîzan bi rojevên çêker veşêre û wiha got: “Vekişandina ji Peymana Stenbolê jî girêdayî vê yekê ye. Ev hewladana astengkirina axaftina aboriyê ye. Ev hewldan êdî bi bîryarên li dijî aqil tê birêvebirin. Girtina HDP’ê û vekişandina ji Peymana Stenbolê destpêk e. Diş rojên pêş de dibe ku hê bêtir biryarên li dijî aqil dibe. Divê em ji vê re amade bin.
 
VEKIŞANDINÊ HÊ NEHATIYE RAGIHANDIN
 
Buyukdag, destnîşan kir ku vekişandina ji Peymana Stenbolê ne hiqûqî ye û heta ku li meclisê biryarek neyê derxistin vekişandina ji peymanên navneteweyî ne pêkan e û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: “Heke rê li ber ji vekişandina peymanên navneteweyî yên bi biryara serokkomar bê vekirin, wê ber bi rewşeke ku tu kes nikaribe texmîn bike ve biçe. Li gorî xala 80’emîn a peymanê divê aliyê ku ji peymanê vekişe beriya 3 mehan Sekreteriya Konseya Ewropayê agahdar bike. Ev ragihandin hê nehatiye kirin. Hêvî dikim div ê pêvajoyê de bi dozên ku bên vekirin çareseriyek bê dîtin û vekişandin çênebe. Wê desthilat nikaribe vekişandinê ji tu jinekê re vebêje.”
 
KESÊN NIZANÊN ÇI DIKIN WELAT BI RÊ VE DIBIN
 
Di berdewama nirxandinên xwe de Buyukdag, nirxandinên rayedarên AKP’ê yên têkildarî peymanê bi bîr xist û ev tişt gotin: “Daxuyaniyên wan dûrî aqil in. Li hemberî me kesên ku nizanin çê dikin hene û mixabin ev kes welat bi rê ve dibin. Tişên di nav hefteyekê de pêk hatin bi awayekî zelal derxist holê ku AKP nikare welat bi rê ve bibe. Dema ku nikare welat bi rê ve bibe hewl dide xwe bi aloziyê xwedî bike. Hewl dide vê jî bi ser jinan, kurdan û muxalîfan pêk bîne.”
 
WÊ JIN QEZENC BIKIN
 
Buyukdag, da zanîn ku wê destpêkê serî li rêyên hiqûqî bidin û hewl bidin ku bi çêkirina raya giştî ya herêmî û navneteweyî biryara vekişandinê bidine betalkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê di her firsendê de bînin ziman ku peyman di meriyetê de ye. Wê jin li kuçe û qadan bin û li dijî vê deng derbixin û bibejin ku ‘Peyman Stenbolê ya me ye’. Em ê li tu dera Tirkiyeyê destûr nedin ku mafên me bên xespkirin. Heta ku hêşê we bê serê we ‘hûn nikarin me bêdeng bikin û em dev ji Peymana Stenbolê jî bernadin’. Wê jin qezenc bikin.”
 
MA / Hamdûllah Kesen