‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'

  • jin
  • 09:01 26 Adar 2021
  • |
img

DERSIM - Cîgira Hevseroka Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran, anî ziman ku dewlet ji têkoşîna jinan ditirse û got: "Di navbera tevgera azadiyê ya jinan de û dewleta mêr de şer û pevçûneke mezin heye. Kesên ku ji ber vî şerî peymanê ji holê rakirin, dixwazin profîleke 'jina maqûl' çêbikin." 

Peymana Stenbolê di 20'ê Adarê de bi biryarnameya serokomartiyê hat fesixkirin. Bertekên li dijî vê didomin. Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, biryara heyî nirxand.
Taşkiran, anî ziman ku bi hevkariya AKP-MHP'ê rejîmee îslamîparêz pêk tê, lewma biryara fesixkirina Peymana Stenbolê ew şaş nekirine. Taşkiran, destnîşan kir ku pêşî li ber cinayetan û tunekirina LGBTÎ+yan hatoye vekirin û got: "Helbet dê ev feraset bi dijminahî nêzî Peymana Stenbolê bûbûna. Peymana Stenbolê, destkeftiya têkoşîna bi dehan salan, destkeftiya tevgera azadiyê ya jinê ye. Tenê ne li Tirkiyeyê, ji bo ku li Ewropayê jî bi awayekî çalak pêk bê têkoşîn heye. Gava nehatibû fesixkirin jî jin dihatin kuştin. Gava hebû jî tecawiz, destdirêjî didomiya. Tew heywan jî bi êrîşên bi vî rengî rû bi rû diman. Lê niha dixwazin bi temamî pêşî li ber vê vekin." 
 
DITIRSIN 
 
Taşkiran, bilêv kir ku îqtidar dixwaze jinên têkoşer teslîm bigire û ji têkoşîna jinê ya ku her diçe mezintir dibe ditirse û got: "Ji lew re jin pir serwext dibin. Jin, bi rêxistinbûyîneke polîtîk siyasetê dikin. Bi rastî jî jinên şoreşger, sosyalîst, feminîst û gelek jinên din ji bo wekheviyê şer dikin. Dewlet, vê yekê wekî xetereyeke mezin dibîne. Di navbera tevgera azadiyê ya jinê de û dewleta mêr de şer û pevçûneke mezin heye. Kesên ku ji ber vî şerî peymanê ji holê rakirin, dixwazin profîleke 'jina maqûl' çêbikin." 
 
Taşkiran, destnîşan kir ku lê belê dewletê nikaribûye di vî warî de tevgera jinê teslîm bigire û got: "Ev tevger, her diçe mezintir dibe. Her wiha ev yek bandoreke mezin li jinên muhafizekar jî dike. Bi rastî jî sedsala 21'ê wekî sedsala şoreşa jinê û serîhildanên jinê dest pê kir. Mînaka herî mezin Şoreşa Rojavayê ye. Peymana Stenbolê ji ber vê hat fesixkirin." 
 
DEM JINÊ 
 
Taşkiran ku got "Peymana Stenbolê ya me ye, me ev qanûn û mafên demokratîk li kuçeyan bi dest xist" destnîşan kir ku ji bo mafên xwe bi dest bixin dê cardin li kuçeyan bitêkoşin. Taşkiran got: "Em bi mafên xwe yên demokratîk dikarin bi ser bikevin. Em mecbûr in şerê wekheviyê ji bo rûxandina vê pergalê bikin û bi ser bikevin. Em li ber kesên çav berdane jiyana me rabin. Divê em vê bangawaziyê û vê xebatê birêxistin bikin. Dem dema jinê ye ku em hêza xwe rê feraseta serdest a mêrî bidin."