Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan

  • jin
  • 10:13 27 Adar 2021
  • |
img
AMED – Baroya Amedê, ji bo ku KADES bi Kurdî jî, xizmetê bike serî li Wezareta Karên Hûndir da. 
 
Pergala Ragihana Piştgiriya Lezgin a Jinê ya di binesaziya Pêkanîna Piştgiriya Lezgîn a Jinan (KADES) de, bi armanca jin û zarokên rastî tundiyê tên bi awayekê bi lez agahî bidin hêzên polîs û eskeran hat avakirin, ligel ku wê bi gelek zimanan xizmetê bide jî, cih neda zimanê Kurdî. Miduriyeta Giştî ya Polisan, ragihandibû ku bi zimanê Tirkî, Farisî, Erebî, Îngilîzî, Rûsî û Fransî dest bi xizmet dayînê kiriye. Bertekên li dijî vê helwesta Wezarata Karên Hûndir a ji bo zimanê Kurdî dewam dikin. 
 
Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî û Endama Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Elîf Bîrîklî, li ser vê yekê ketin nava tevgerê û ji bo KADES bi zimanê Kurdî jî xizmetê bike, serî li Wezareta Karên Hûndir dan û xwestin zimanê Kurdî jî di pergala ragihandinê ya KADES’ê de cih bigire.
 
EV CUDAKARÎ NAYÊ QEBÛL KIRIN
 
Ji parêzerên baoryê Çîgdem Sevîmlî di serlêdana kir de wiha got: “Ev mijar em zimanê Kurdî û hem jî jinên Kurd eleqeder dike. Jinên ku bi Kurdî dizanin eleqeder dikin. Li gorî me ev cudakariye. Di rewşa tundiyê de, cudakariyek wiha ji bo mexdura tundiyê kirin, teqez nayê qebûl kirin. Em jî bi vê armancê serî li Wezareta Karên Hûndir didin. Ger ev daxwaz û armanca me neyê qebûl kirin, ger gerek bike em ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn û li Dadgeha Mafê Mirova a Ewropayê bidin.” 
 
 
Parêzer Elîf Bîrîklî jî, di serlêdana kir de, wiha got: “Li Tirkiyeyê, bi mîlyonan Kurd dijî û zimanê wan ên zikmakî Kurdiye. Bi hezaran mirovên ku nikarin xwe bi zimanên din îfade bikin hene. Di mijara ziman de, cudakariye wiha kirin, li dijî bingeha hiqûye. Ji ber vê me pêwîst dît ku em serlêdanek wiha bikin.”