Gef li dayika zaroka wê hat îstîsmarkirin tên xwarin

  • jin
  • 10:37 28 Adar 2021
  • |
img
DERSIM- Dayika bi navê M.K. bertek nîşanî serbest berdana Seyfûllah T. ê li navçeya Xozatê îstîsmarî zaroka wê ya 9 sali kiribû, da û dest nîşan kir ji bo ku dev ji giliyê berde, rastî gefan tê. M.K., diyar kir ku ji bo vê pere teklifê wê hatiye kirin û got: “Ez xwe ji vê dozê nedim alî.”
 
Li gundê Sumulke ya navçeya Xozat a Dersimê, zilamê 30 salî Afgan Seyfûllah T., di 14’ê Hezîrana 2020’an de, zaroka 9 salî îstîsmar kiribû. Seyfûllah T. ê ji ber sûcê îstîsmarê hatibû girtin, piştî 6 mehan di danişîna hat dîtin, serbest hat berdan. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dersimê de, bi sûcdariya “îstîsmara zayendî li zaroka ji 12 salî biçûktir kirinê” ji 3 salan heya 8 salan cezayê girtîgehê ji bo Seyfûllah T. tê xwestin. Di danişîna duyemîn a ku hat dîtin de, dadger delîlên hatibûn komkirin û îfadeyên şahidan li ber çavan girtin û Seyfûllah T. bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat serbest berda. 
 
Dayika zaroka rastî îstîsmara zayendî hat M.K., bertek nîşanî serbest berdana bersûc da û xwest cardin bê girtin.
 
HAT PAŞ GUHKIRIN
 
Dayika zaroka 9 salî M.K., diyar kir ku ew ji bo betlaneyê ji Mêrsînê hatin warê xwe û wiha qal kir: “Seyfûllah T. ê li gundê Sumulke ya 3 kîlometre dûrî gundê me ye, li gel xalê min şivantiyê dikir. Em çûn serdana xalê min. Bûyer wê de rû da.”
 
Dayikê, anî ziman ku keça wê du caran hatiye îstîsmarkirin û got: “Zarokan lîstîk dilîstin. Min dît ku Seyfûllha T. keça min ji ser kerê anî xwarê. Dema ku keça min hat gel min, ji min re got, şivan dema ew ji ser kerê aniye xwarê, dest daye hin cihên bedena wê. Keça min dema qala vê dikir, pir bi tirs bû. Min ev rewş xizmên xwe re vegot. Wan jî ji min re gotin zaroke, teqez şaş fêm kiriye, dema ji ser kerê aniye xwarê bi şaşî çêbûye.” 
 
CARA DUYEMÎN ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ
 
M.K., da zanîn ku piştî vê bûyerê 5 roj şûnde cardin keça wê rastî îstîsmara zayendî hat û wiha got: “Keça min dema bi şev hat malê, raste rast çû odeya xwe û xwe xist bin lihêfê. Dema min jê pirsa çibûye kir, wiha got, ‘Tu bi xwedê kî çarekê din min ne şîne wî gundî.’ Keça min cardin rastî îstîsmara zeyendî ya Seyfûllah T. tê. Dema Seyfûllah T. dixwaze keça min îstîsmar bike, keça min pehînekê li wî dixe û wisan xwe jê xilas dike. Ez jî çûm Miduriyeta Polîsan a Xozatê û min giliyê Seyfullah T. kir. Ji ber îfadeyên bi nakok, Seyfûllah T. hat girtin û wî şandin girtîgehê. Piştî 6 meh girtinê em li bendê bûn ku bê cezakirin lê hat berdan. Çawan dibe ku kesekê tacîzî zarokek 9 salî kiribe, bê berdan. Ez li dijî vê pir bi hirsim.”
 
ŞIVAN DIPARÊZIN 
 
M.K., dest nîşan kir ku zilamê îstîsmarî keça wê kiriye, tê parastin û wiha bertek nîşan da: “Ez fêm nakim. Gelo çima ev kes tê parastin. Ji xwe, kesên tacîz û tecawîzkar, ew kesên di nava me dene. Dibêjin ‘mirovek baş bû, tu carî tiştekê wiha nake û ev 4 salin bi me re dixebite.’ Bi vî awayî wekîltiya wî dikin. Ji roja ku min giliyê vî şivanî kiriye û heya roja îro, ez dibin zextan de me.” 
 
M.K., îdîa kir ku ji bo giliya paşve bikişîne, gef li wê tên xwarin û wiha domand: “Xalê min û zarokên wî hatin mala me û ji min re gotin, ‘Tu çima vê bûyerê evqas mezin dikî? Tu yê giliya xwe şûnde bikêşî. Te navê keça xwe derxist. Ma keça te hatiye tecawîzkirin? Ez 200 hezar TL pere bidim û şivan ji girtîgehê derbixim. Ev şivan bê berdan wê dayik û bavê te bikuje.’ Bi van gotinan ez tehdît kirim. Ez nizanim çima xizmên min şivan diparêzin. Dibe ku bersûc hatibe berdan, lê ezê cardin gilî bikim.”
 
HELWESTA DARAZÊ
 
M.K., dest nîşan kir ku di danişîna herî dawî ya dozê de dadger mafê axaftinê ne daye wê û wiha bi dawî kir: “Gelek tiştên ez bêjim hebûn. Lê min nekarî bêjim. Şandeya dadgehê ji bo min pir cuda hat. Qet guhdarî min jî nekir. Lê ezê dest ji vê doza xwe berendim. Ezê hemû îfadeyên kesên şahidiya Seyfûllfah T. kirin, bi derewînim. Bi vî awayî ezê gilî bikilm.”  
 
MA / Ayşe Surme