Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin

  • jin
  • 17:03 29 Adar 2021
  • |
img
ENQERE - Di Encamnameya civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de têkoşîna li dijî tecrîdê derket pêş û banga “Werin em hemû bi hev re li dijî rejîma serdest a zilam jiyana nû ava bikin” hat kirin. 
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di 27’ê adarê de civîn li dar xistibû. Encamnameya civînê hat eşkerekirin. Di daxuyaniya encamnameyê de hat destnîşankirin ku Meclîsa Jinan bi îsyana di 8’ê Adarê, qîrîna azadiyê ya li Newrozê û hêza hevpar a jinan li dijî vekişîna Peymana Stenbolê moral û motivasyon girtine û li Enqereyê li hev civiyan e. Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Meclîsa me xeta têkoşîna li dijî êrişên li ser maf, jinan, karker, kedkar, ciwan û li ser hemû hêzên civakî ji aliyê tifaqa zilaman a AKP-MHP’ê pêk tê diyar kiriye.” 
 
PEYMANA STENBOLÊ 
 
Di daxuyaniya encamnameyê de hat diyarkirin ku bi biryara nîvê ji Peymana Stenbolê hatiye vekişîn û wiha hat gotin: “Dethildariya zilaman herî dawî destkeftiya me Peymana Stenbolê desteser kir. Ev biryara betalkirina Peymanê tune hesibandina ragihandina îsyana di 8’ê Adarê de derket holê, dizîkirina siberoja ciwanan û ragihandina nefreta li dijî kesên endamên LGBTÎ’yê ne. Ev biryar ragihandina berpirsiyara kuştina jinan e. Ev biryar dijminatiya jinan e. Em ê qet û qet dest ji Peymana Stenbolê ku mafê jinan diparêze bernedin.”
 
Di danezanê de hat desntîşankirin ku li dijî tifaqa ku jinê tune dihesibîne, weke parçeyeke tevgera jinên yekgirtî, têkoşîn bê dayîn û qet dev ji Peymana Stenbolê neyê berdan û nirxandinên ku di civînê de derketin holê wiha hatin rêzkirin: “Li her qada jiyanê jin li malên xwe tên qetilkirin; li dibistan, kuçe, kargehan tundiya zilam û dewletê li jinan tê kirin. Di desthilata 19 salan a AKP’ê de pirsgirêka bingehîn tunebûna edaletê ye. Mexdûrên herî zêde yên vê bêedaletiyê jin in. Meclisa me heta ku ev bêedaletî bi dawî bibe, wê bibêje, ‘Ji bo jinan edalet’ û qet dev jê bernede. Em ê ji bo Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Pirsûsê, Dayikên Roboskî, Pinar Gultekîn, Îpek Er û Emîne Şenyaşar ku li Edliyeya Rihayê li ber xwe dide em ê bibêjin edalet.
 
EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN
 
Faşîzm, bi tecrîdê gefê li jinan û kurdan dixwe û rejîmê dike weke pergalekê. Tecrîda ku li Îmraliyê li ser Birêz Abdullah Ocalan tê pêkanîn, li tevahiya girtîgehan belav bûye û bûye êrişeke li ser tevahiya civakê. Tecrîd rêbaza şikandina berxwedana civakî ye. Dewleta ku di cînayetên jinan de faîlan diparêze, destê jinan kelemçe dike û bi rêbazên girtîgeha malê dixwaze jinan têk bibe û hewl dide ku wan li derveyî siyasete bihêle. Greva birçîbûnê ku îro di roja 123’emîn de didome li dijî tecrîdê berxwedan e. Bihêza ku me ji qadên Newrozê girt, li her qadê em ê li dijî tecrîdê li ber xwe bidin.
 
JIN XWEDÎ KEDA XWE DERDIKEVIN
 
Krîza aborî di pêvajoya pandemiyê de kurtir bû. Desthilatdariyê di vê pêvajoyê de, li şûna gel, kest nava hewldana xelaskirina sermayeya xwe de. Bi vê yekê re xizantî, bêkarî û kedxariya zêde bû, herî zêde bandorê li jinan kir. Bi qedeyên pandemiyê re jî jin hepsî malan hatin kirin û bi tundiyê re rûbirû hatin hiştin. Bi pêkanîna Kod-19 karker îro ji kar tên derxistin, bi tundî û xizantiyê re rûbirû tên hiştin. Jinên kedkara bi vî awayî rastî pêkanînên bê maf tên. Jinên ku têkoşîna xizantiyê didin, li dijî vê li ber xwe didin. Em ê jî weke Meclîsa Jinan a HDP’ê, li dijî kesên xizantiyê ji bo jinan rewa dibînin têkoşîna xwe mezin bikin û hevdîtinên xwe yên bi jinan re dewam bikin.
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR A JINAN
 
Berxwedan Bagaîçiyê, îsyana 8’ê Adarê, coşa Newrozê, têkoşîna li dijî feskirina Peymana Stenbolê û têkoşîna hemû jinan a li tevahiya cîhanê, me hîn zêdetir nêzî hev dike û dike yek. Danehevên di salên dawî de derketin holê û tecrûbeyên avabûn, zemînê hatina gel hev xurt kiriye. Desthilatdariya AKP û MHP êrişî têkoşîn û destketiyên jinan dike. Dixwaze ku HDP’ê ku azadî, wekhevî û têkoşîna jinan esas digire, bigire. Êdî tehemûla wan a jinan di mekanîzmayên siyasetê de bibînin nemaye. Ji ber vê yekê jinan digirin, hepsî malê dikin û dixwazin wan teslîm bigirin. Li dijî vê hişmendî û zimanên zayend perest, li her qadê emê têkoşîna xwe dewam bikin.
 
HDP JIN E
 
Em careke din ji vir diyar dikin ku di bingeha êrîşên ser HDP’ê de destkeftî û têkoşîna me jina heye. Em baş dizanin ku doza girtinê êrîşa ser têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan e. Em bang li desthilata ku hemû xebatên me yên siyasî îllegalîze dike, dixwaze bi binçavkirin, girtin û cezayê pereyan me bisekinîne û jinên me yên siyasetmedar dike hedef dikin; Em ê qet destûr nedin girtina partiya xwe ya têkoşîna azadî û wekheviya jinan esas digire, rêgezên jiyana nû qebûl kiriye û hewl dide jiyana nû ava bike. 8’ê Adarê jî em in, Newroz jî em in, serhildana kolanan a jina jî em in, berxwedana jina li girtîgehê jî em in. Jinên li zevî û kargehan dihilberînin em in. Jinên ku çar dîwarên xanî hilweşandin û li dijî siyaseta serweriya zilam dest ji bikaranîna kursiyan bernedan jî em in. Em jin in, em HDP ne. HDP jin e. Em ê partiya xwe jî pêşeroja xwe jî jiyana xwe jî radestî we nekin. Em bang li jinên dibêjin em li her qada jiyanê hene dikin; êrîşa girtina HDP’ê ji we re ye. Ji Peymana Stenbolê re ye, ji ala keskesorê re ye. Werin em bi hev re li dijî pergala serweriya zilama jiyana nû ava bikin.”