Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin

  • jin
  • 09:50 31 Adar 2021
  • |
img

ÎDIR - Malbata Guner Çagraş a ji aliyê Mehmet Çagraş ve hatibû qetilkirin, bertek nîşanî betalkirina cezayê muebetê yê li bersûc hatibû birin da û xwest hemû berpirsiyarên cînayeta keça wan bên cezakirin û girtin. Malbatê, ji bo edaletê bang kir.

 
Derbarê Mehmet Çagraş ê di 19’ê Îlona 2018’an de li Îdirê, hevjîna xwe Guner Çagraş a xwest wî berde qetil kir de, bi sûcdariya “Bi zanebûn hevjîna xwe kuştin” cezayê muebata giran lê hatibû birin.
 
Parêzerên bersûc Çagraş, têkildarîdarî cezayê li Çagraş hatibû birin serî li Dadgeha Edliyê ya Herêma Erziromê da bû û îtîraz kiribûn. Dadgeha îstînafê îtîraza parêzeran bi hinceta “Pêwîstî bû ku pêkanîna daxistina tehrîkê ya bêmaf hebûya” berî demekê biryar betal kiribû. Îstînafê, îfadeyên Çagraş ên mîna “Heqaret li min kir” weke  hindet nîşan da. Yekemîn danişîna doza ji nû ve bê dîtin, wê di 1’ê Nîsanê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê dîtin.
 
Malbata Gune Çagraş, bertek nîşanî betalkirina biryarê da û banga hestiyariyê  li raya giştî kir. 
 
GILÎ BÊ ENDAM MAN
 
Dayika Çagraş Sakîne Savan, diyar kir ku keça wê di pêvajoya zewicandinê de, bi awayekê pergalî rastî tundiyê dihat û wiha axivî: “Têkildarî tundiyê gelek çaran gilî kir. Hemû giliyên wê bêencam man. Keça min ji ber tundiya lê dihat kirin xwest hevjînê xwe berde. Ji bo vê serlêdan kir. Dûre jî hat qetilkirin. Malekê keça min hebû. Dema biryara berdanê girt, zarok û hevjînê wî ew mal jê xwestin. Jê re gotin ‘malê bide me, dûre hev berdin.’ Keça min 5 salan cuda jiya. Bi zarokên xwe yên biçûk re dima. Keça min bersûc gilî kir, demekê biryara dûrxistinê ji bo wî hat dayîn û çû Îzmîrê. Vê carê jî zarokên wî zext li keça min dikirin. Hevjîn û zarokên wê, ji ber biryara berdanê gef li keça min dixwarin û jê re digotin ‘wê ev mal ji bo te bibe goristan. Malê bide, dûre hev berdin.’ Keça min jî biryar da ku mala xwe bifiroje û ji van deran here.”
 
KATÎP DAXWAZNAMEYA KEÇE MIN NEGIRT
 
Dayik Savan, anî ziman ku bersûc ji ber biryara berdanê cardin vegeriya bajêr û wiha got: “Her tim keça min bi gotina ‘ew mal wê li te bibe goristan’ tehdît dikir. Keça min jî, li ser vê yekê daxwaznameya “Hevjînê min dê min û zarokên min ên biçûk bikûje’  xwest bide dozgeriyê. Lê katîpê dozger daxwaznameya keça min negirt û ji jêre got, ‘Li vê derê 20 dosyayên te hene, ezê te bidim girtin.’ Ji ber ku katîp hevalê bersûc bû. Ji xwe bersûc jî her tim bi vê yekê gef li me dixwar. Rojekê wî katîbî telefonê keça min kir û got, ‘gelo çima tu hevjînê xwe nagirî malê? Keça min jî jê re got, ‘ma tu dixwazî ez bimirim? Hevjînê min dê min bikuje.’ Bi vî awayî bertek nîşanî katîp da bû.” 
 
'DIVÊ HEMÛ BERPIRSIYAR BÊN DARIZANDIN’
 
Savan, da zanîn ku keça wê piştî doza berdanê vekir 3 roj şûnde hat qetilkirin û wiha bilêv kir: “Ez dixwazim hemû berpirsên qetilkirina keça min bên dîtin û darizandin. Birayar parastinê jî, nekarî keça min biparêze. Ewil cezayê muebeta giran dan bersûc. Dûre got, ‘min xapandiye’ û hewl da cezayê wê bê kêmkirin. Zimanê xwe dirêjî heya namusa keça min jî kir. Ne tenê qatil divê ku yên alîkariya wê kirin jî bên cezakirin. Piştî bûyerê hevjînê min bû nexweşê dûşekê.”
 
'KESEKÊ DENGÊ WÊ NE BIHÎST’
 
Xwişka Çagraş Hulya Maral jî, bang kir ku hemû kesên bersûc bên darizandin û wiha got: “Divê li bersûc cezayê herî giran bê birîn. Bersûc dibeje ‘ji bo namûsê min kuştiye.’ Dixwaze bi vî awayî cezayê xwe kêm bike. Jin naxwazin bimirin. Xwişka min jî mîna Emîne Bûlût qîr kir. Lê kesekê dengê wê ne bihîst. Ez edaletê dixwazim. Di cînayetên jinan de qanûn tuneye. Ji ber vê jin tên qetilkirin. Li Tirkiyeyê edalet nemaye. Ev zilam 5 salan li ku derê bû. Kî ev zilam anî vê derê. Ligel ku biryara dûrxistinê ji bo wî hebû jî, ev zilam çawan nêzî xwişka min bû û qetil kir.”
 
CEZA KÊMIN
 
Biraziya Gulen Sûna Maral jî, dest nîşan kir ku xaleta wê di asta  berdanê de bû, hat kuştin û wiha bertek nîşan da: “Em edaletê dixwazin. Di hemû cînayetên jinan de qala namûsê tê kirin. Lê nabe ku ev weke hincet bê nîşandan. Jin naxwazin bimirin. Ger li Tirkiyeyê edalet hebûya, jin nedihatin kuştin. Cezayê li ber sûcên jinan tên birîn pir kêmin.”