Kozanî dev ji besteniya lîmon bernadin

  • jin
  • 09:00 20 Îlon 2017
  • |
img

EDENE – Li navçeya Kozanê yek ji xwarinên herî bi tam besteniya lîmon e. Besteniya lîmon hem hênik dike û hem jî bûye deriyê debarê. 

Li navçeya Kozan a Edeneyê xwarinek xweser a heremê besteniya bi lîmon e. Xwarinek jêveneger ji bo germê de mirov hênik dike. Kozanî ji bo hênikbûnê herî zêde vê besteniyê tercîh dikin. Fatma Ateş besteniya lîmon difiroşe û debara xwe dike û da zanîn ku di germê de Kozanî ji bo hênik bibin herî zêde besteniyê tercîh dikin. 
 
MÎNA TAMA LÎMONÊ YE 
 
Ateş behsa çêkirina besteniya lîmonan kir û got: “Av û şekir dixin quşxaneyekê. Heta ku şekir dihele av tê kelandin. Piştî şekir tê helandin heta 5 deqîqeyan tê kelandin û pişt re li benda cemidandinê tê sekinandin. Qalikên lîmonan yên rendekirî ber didin nav şerbete. Ava lîmon û şekirê pudra lê tê zêdekirin û li nav hev dixin. Pişt re em dixin qalibên besteniyan û bestenî tê amadekirin. Besteniya li malan tê çêkirin bêtir Kozaniyan kêfxweştir dike û Kozanî jî vê besteniyê tercîh dikin.” Ateş got ku lîmon xwedî tamek xwe ya xweser heye û bêhnek xweş dide. 
 
'DEBARA MALÊ DIKIN'
 
Ateş diyar kir ku ji saetên serê sibê heta êvarê kolan bi kolan digere û besteniyên biçûk bi 50 qirûş û yên mezin bi lîreyekê difiroş e. Ateş destnîşan kir ku hevjînê wê jî di karê înşatan de dixebite û wiha axivî: “Hem aboriya malê em birêve dibin û hem jî pere dikevin destên min. Di germahiya Edeneyê de xebitandin zehmet e lê neçarim zarokên xwe bidin xwendin û debara xwe bikim. Hevjînê min her tim kar nabîne. Dema kar hebe diçe. Ji ber wê divê ez jî bixebitim.”