Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek

  • jin
  • 10:17 3 Nîsan 2021
  • |
img
ENQERE - Peyvirdara Xizmetên Civakî ya CADA ya Firansayê Emîne Kiliç, têkildarî vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê ya ku jinên penaber jî diparêze, anî ziman ku ji ber peyman mafê jinên penaber jî diparêze, divê hemû komeleyên penaberan bibin yek û peymanê biparêzin. 
 
Tirkiyeye bi biryarnameya Serokomariyê îmzeya xwe ji Peymana Stenbole vekişand. Bertek û nerazibûnên li dijî vekişina Peymana Stenbole didomin. Ji ber ku peyman jinên penaber jî dipareze, sazî û komeleyên penaberan jî li dijî vê yekê bi bertek in.  Ji ber beşa 7'an a Peymana Stenbolê sernavê “Koç û û Penaberî" ye, di bin vî sernavî de xalên 59, 60 û 61'an jinên penaber ji tundiyê diparêze. Tirkiye di sala 2011'an de peyman îmze kir û li gorî vê peymanê mafê penaberan jî hat parastin. Di sala 1951'an de Peymana Cenevre hatibû îmzekirin. Li gorî peymana Cenevreyê tundiya li diji jinê ji însiyatifa welatan re dihat hiştin. Peyvirdara Xizmetên Civakî ya Navenda Bicihkirinê ya bi bo kesên serî li parastinê didin (CADA) ya Firansayê Emîne Kiliç, têkildarî vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê ya ku jinên penaber jî diparêze, nirxandin kir. Kiliç, bal kişand ser girîngiya peymanê yo ji bo jinên penaberan. 
 
Kiliç, anî ziman ku li Tirkiyeyê hêjmara penaberan gelek zêde ye û wiha got: "Ji penaberên ji bo di Tirkiyeyê re derbas dibin, çi ji bo penaberên li Tirkiyeyê bi cih dibin ferq nake. Divê Tirkiye wan wekî welatiyên xwe biparêze. Divê mafê jinên penaber bê parastin û mîsogerkirin. Li welatekî wekî Tirkiyeyê divê teqez mafê jinên penaber bê parastin û mîsogerkirin. Divê em hemû hîs bikin ku em têne parastin. Pêwisti bi edaletek bi hêz heye. Mirov hem ku jin be pir zahmet e, hem jî jinên penaber be bêtir zahmet e. Jinên penaber hem li welatê xwe travmayan dijîn û hem jî piştî dibin penaber bi hovîtiyên gelek mezin re rû bi rû diminin. Gelek bi tundî, tecawizê re rû bi rû dimînin û zor li wan tê kirin ku tev li fihûşê bibin. Em gelek dizanin ku gelek jinên bi vê tundiyê re rû bi rû dimînin, nikarin vê rastiyê ji bînin ziman. Ev rewş pir zêde ye."
 
Kiliç, da zanîn ku jinên penaber dema ku bi tundiyê re rû bi rû dimînin û vê yekê tînin ziman dibe ku ji bo wan xerabtir be û wiha bi dawî kir: "Jinên ku bi tundiye re rû bi rû dimînin li welatê ne ayni wan, ziman û çanda ne aydî wan dijîn. Ji ber vê yekê bêtir bi tirs û fikar tev digerin. Jinên penaber ji welatê ku mafê jinan lê tune ye koç dikin. Ji ber vê yekê gelek ji wan mafê xwe nizanin. Jinek penaber a Fildişiyi ku koçî Ewropa kir, ji min re got 'Li welatê me jinek eşen pir mezin bijî jî mafê wê tune gilî bike. Ku gili bikin dê wê bikujin. Ez li vir dijîm. Ev ji bo min bes e. Ev tene mînakek e."