22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin

  • jin
  • 13:04 6 Nîsan 2021
  • |
img
ENQERE - Parlamenterên jin ên HDP’ê pirsa “Dema hûn wek Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî û wek jinekê bi tundiyê re rûbirû bimînin, hûnê xwe bi çi biparêzin?” ji Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk kirin.
 
Bertekên jinan ên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê berdewam dikin. 22 parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê pêşniyazpirs dan Meclîsê. Parlamenterên HDP’ê pêşniyazpirsê arasteyî Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk kirin û pirsa “Dema hûn wek Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî û wek jinekê bi tundiyê re rûbirû bimînin, hûnê xwe bi çi biparêzin?” jê kirin. 
 
Hemû parlamenteran heman pirsê ji wezîr Zehra Zumrut Selçûk kirin. Navê 22 parlamenteran wiha ye: 
 
Meral Daniş Beştaş, Ayşe Acar Başaran, Ayşe Surucu, Dersim Dag, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dilşat Canbaz Kaya, Ebru Gunay, Fatma Kurtulan, Feleknas Uca, Fîlîz Kerestecîoglû, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Huda Kaya, Muazzez Orhan, Nuran Îmîr, Oya Ersoy, Pero Dundar, Remziye Tosun, Semra Guzel, Serpîl Kemalbay, Şevîn Coşkun, Tulay Hatimogûllari, Zuleyha Gulum.