‘Em xwedî li Peymana Stenbolê derkevin’

  • jin
  • 14:30 13 Nîsan 2021
  • |
img
EDENE - Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya CHP’ê Leyla Karakaş, bi bîr xist ku Peymana Stenbolê bi têkoşîna jinan hat qezenckirin û wiha got: “Em dest ji peymanê bernadin. Werin em bi hev re li peymanê û li jiyana xwe xwedî derkevin.”
 
Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya Partiya Gel a Komarê (CHP) Leyla Karakaş di Civîna Asayî ya Meha Nîsanê ya şaredariyê de mafê axaftinê girt û qala Peymana Stenbolê kir. Karakaş, bi bîr xist ku Peymana Stenbolê bi têkoşîna jinan hat qezençkirin û wiha got: “Qanûna bi hejmara 6284’ê berhema temînatên di Peymana Stenbolê de ne. Qanûna pêkanîna peymanê ye. Peymana Stenbolê tenên jina nagira nava xwe.”
 
‘EM XWEDÎ DERKEVIN’
 
Karakaş, da zanîn ku li gorî daneyên sala 2020’an 409 jin hatine qetilkirin û wiha axivî: “Heta meha nîsanê jî 90 jin hatine kuştin. Vekişîna ji Peymana Stenbolê û pêkneanîna qanûna bi hejmara 6284 dibe sedemê komkujiyan. Gelek jinên ku tundî lê tê kirin saya vê qanûnê dijîn. Heke peyman pêk hatibûya, lêpirsînên bi bandor hatibûna kirin, hejmara jinên ku her roj tên kuştin zêde nedibûn. Ji ber vê yekê em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Werin em bi hev re li peymanê û li jiyana xwe xwedî derkevin.”