Jina tahde lê hat kirin: Vê carê jî malbata wî gefan dixwe

  • jin
  • 09:00 18 Nîsan 2021
  • |
img

EDENE - Galavîzh Ayoûbî Amîrabad a îranî, anî ziman ku piştî ku hevjînê wê yê tahde lê kiriye hatiye girtin, niha jî malbata hevjînê wê gefan lê dixwe û got: "Tu ewleyiya min tune ye." 

Li Taxa Atakent a navçeya Yuregîr a Edeneyê Zulkuf Coşkûn bi awayekî sîstematîk tahde li hevjîna xwe Galavîzh Ayoûbî Amîrabad a îranî û keça wê kiribû. Di 14'ê Nîsanê de hin dîmenên vê tahdeyê li ser medyaya civakî belav bûbûn. Piştî van dîmenan Coşkûn hatibû binçavkirin û Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Edeneyê jî ew girtibû. 
 
Amîrabadê anî ziman ku li bajarê Senendej ê Îranê dima û li Beşa Mîmartiyê ya Zanîngeha Îslamî Azadê mamoste bûye û li Îranê ji bo mafên jinan têdikoşiya û ji ber vê 2 meh cezayê hucreyê lê hatiye birîn û bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin. Amîrabadê, diyar kir ku ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafê jian cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û piştî ceza lê hatiye birîn di sala 2015'an de reviyaye hatiye Tirkiyeyê û li vir zewiciye. 
 
GORA MIN KOLAND 
 
Amîrabadê, diyar kir ku ji zewaca wê ya berê keçek wê heye û Zulkuf Coşkûn tahde li wê û keça wê kiriye. Amîrabadê got: "Gava ducanî bûm tahde li min kir. Par araq vexwaribû û hatibû malê. Li baxçeyê malê gorek koland û tahde li min kir. Ji min re got, 'Ez ê te bi saxî têxim vir.' Hewl da min bifetisîne. 7 meh berê çûm qereqolê û min giliyê wî kir. Gef li min xwarin û got, ez ê te û keça te tev de bikujim. Ez jî tirisyam û min giliyê wî kir." 
 
NIHA JÎ MALBATA WÎ GEFÊ LI MIN DIXWE 
 
Amîrabadê anî ziman ku Zulkuf Coşkûn di 14'ê Nîsanê de cardin tahde lê kiriye û gef lê xwariye û got: "Di nav xwînê de mam. Ji min re digot, 'ez ê du sê mehan di girtîgehê de bimînim û bêm berdan.' Berê jî bi mirinê gef li min xwaribûn. Çek spartibû serê min, lê ji ber ku ji bo vê delîlek min tune bû min nikaribû tiştek bikira." 
 
Amîrabadê, bilêv kir ku gava bi mêvandarî çûye mala cîrana xwe, li wir jî tahde lê hatiye kirin û got: "Cîranên min dîmenên vê girtin. Niha tu ewleyiyek me tune ye. Hat girtin, lê niha jî malbata wî gefan li me dixwe. Gef li min xwarin û gotin em ê kurê te ji te bistînin. Tu ewleyiyek me tun ye. Li îranê darvekirin, li vir jî bi tahdeyê re rû bi rû mam." 
 
 MA / Hamdûllah Kesen