TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an

  • jin
  • 12:02 19 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Bultena Şopandinê ya Xebitandinê ya TEPAV’ê, hejmara jinên dixebitin ên bisîgorte yên serê sala 2020’an ên ji sedî 31,3, di meha çileye de daketiye ji sedî 30,7'an. 

Weqfa Lêkolînê ya Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiyeyê (TEPAV), hejmara 104’emîn a Bultena Şopandinê ya Xebitandinê weşand. Di bultenê de hat diyarkirin ku hejmara ketina xebitandinê ya sektorên ku şewba vîrûsa koronayê bandoreke nebaş lê kiriye didome. Di bultenê de li ser meyla tengbûyîna xebitandina jinan a ji mijdara 2020’an ve hat rawestandin. Li gorî sala par hejmara jinên bisîgorte 201 hezar zêde bûne lê hejmara jinên dixebitin ên bisîgorte yên serê sala 2020’an a ji sedî 31,3, di meha çileyê de daketiye ji sedî 30,7'an. Wekî din hat dîtin ku piştî bergiriyên sînorkirî yên pêla duyemîn a pandemiyê, di hejmara jinên dixebitin de kêmbûnek çêbûye û di 4 mehên dawîn de hejmara wan gihiştiye 81 hezaran.