Li Stenbolê cinayeta jinekê

  • jin
  • 10:17 20 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL – Li navçeya Esenlerê jina bi navê Yildiz Gul, di encama kêrkirinê de jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Esenlerê ya Stenbolê kes ango kesên nasnameya wan ne diyar bi kêrê êrişî jina bi navê Yildiz Gul a 38 salî kirin û ji cihê bûyerê reviyan û şopa xwe dan windakirin. Jina birîndar bi derfetên xwe derket ser kolanekê û alîkarî xwest. Welatiyên di rê de diçûn agahî dan polis û ekibin tenduristiyê. Li gel hemû mudaxaleyan jî Gul li nexweşxaneyê nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.
 
Ji bo girtina êrişkarên Gul xebat hatin destpêkirin.