Kurekî dayika xwe kuşt

  • jin
  • 09:27 23 Nîsan 2021
  • |
img
MÊRSÎN - M. A. yê li navçeya Mezîtlî dijî, dayika xwe M.Y. kuşt. Bersûc hat binçavkirin û girtin. 
 
M.A. yê li Taxa Denîz a navçeya Mezîtliya Mêrsînê dijî, dayika xwe M.Y. ya 65 salî kuşt. Piştî ku peywîrdarê avahiyê îxbar kir ku li qata 13’emîn cenazeyekê jinekê heye, polîsên ku hatin cihê bûyerê bi cenazeyê jineke hatiye kuştin dîtin. Hat tespîtkirin ku cenaze yê M.Y. ku dayika kujer e. 
 
M.A. yê ku dema li malê radiza hat girtin, îtîraf kir wî dayika xwe kuştiye. M.A. yê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan birin edliyeyê û dadgehê biryara girtina wî da. 
 
Hat diyarkirin ku car caran M.A tundî li dayika xwe dikir.