Hat girtin, lê dîsa jî jin serî lê didin

  • jin
  • 09:25 21 Îlon 2017
  • |
img

WAN – Rêveber û aktivîstên VAKAD`ê ku bi KHK`ê hat girtin li kuçe, mal û parkan serlêdanên şideta li dijî jinê qebûl dikin. Seroka VAKAD`ê Songul Ozinver balê kişand ser zêdebûna hejmara serlêdanan. 

Rêveber û aktivîstên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku bi KHK`ê hat girtin serlêdanên şidetê qebûl dikin. Di ser girtina komeleyê re 11 meh derbas bûne, lê belê rêveber û aktivîstên wê li kuçe, mal û parkan serlêdanan tên kirin qebûl dikin. Seroka VAKAD`ê Songul Ozinver dest nîşan kir ku her diçe hejmara serlêdanan zêde dibe. Ozinver anî ziman ku li bajêr tu sazî tune ye ku jin serî lê bidin. 
 
Ozinver anî ziman ku bi OHAL`ê re şideta li hemberî jinê û îstismarkirina zarokan zêde bûye û wiha axivî: “Şideta li hemberî jinê zêde bûye. Jin tenê ji bo şideta zayendî li min nagerin. Di warê şideta zayendî, aborî û derûnî de bi awayekî zêde serlêdan çê dibin. Jin  bi riya hesabên medyaya civakî peyaman davêjin, reqamên telefona min dixwazin. Dixwazin komeleyeke jinan alîkariya wan bike. Bi rastî jî ji ber ku komeleya me girtiye jin ditengijin.” 
 
DI 20 ROJAN DE 5 SERLÊDAN  
 
Ozinverê parve kir ku  tenê di meha Tebaxê de 5 kesan serî li wan daye û ev tişt gotin: “Herî dawî jineke temenê wê li dor 30`yî serî li min da. Du mêran tiryak pê dane kişandin û tecawiz kirine. Wê rakirine nexweşxneyeke taybet û li wir bi riya hevalekî min xwe gihand min. Jinik, li emniyetê giliyê wan kesan kir. Heke doz bê vekirin, em ê şopdarê vê bûyerê bin. Her wiha jineke ku bi salan e hevjînê wê şideta zayendî lê dike serî li me da. Me rê li ber xist.” 
 
Ozinver dest nîşan kir ku jinên penaber jî zaf serlêdanê dikin. Ozinver got ku mêr vê rewşa jinan wek firsend dibînin û bêtir tahdê li wan dikin. Ozinver diyar kir ku ew li gor pêwendî û daxwazan rê li ber jinan dixin. Ozinver got ku ew hîn jî gelek dozên îstismara zayendî yên didomin dişopînin û wiha domand: “Li Artemêtanê doza istismarkirina du xwendekaran û bûyera ku cerdevanekî 3 xwişkên berasteng îstismar kiribû jî di nav de, me 3 salan doza Dilek Ozisterê şopand.”
 
PROSEDUR BANDORÊ LI SERLÊDANAN DIKIN 
 
Ozinver dest nîşan kir ku piştî komeleyên jinan hatin girtin şideta li hemberî jinan, îstismar û întihar zêde bûn. Ozinver wiha got: “Dema em li saziyên hatine girtin û kesên ji kar hatine derxistin dinihêre a ku hatiye kirin darbe ye. Mesela ŞONÎM hat avakirin. Em dibêjin belkî jin hinekî be jî rihet bibin. Lê prosedurên fermî ên li pêş jinan, wan tengezar dikin. Ji ber serlêdêrek min bi şidetê re rû bi rû ma, xwest bê dûrxistin. Serî li ŞOMÎN`ê da, lê 20 rojan domand. Her wiha Komîsyona Jinan a Baroyê ku ji bo di warê huqûqî de alîkariya jinan bike hat vekirin, lê belê demildest hat girtin. Parêzer tune ye. Di 20 rojan de jin bê kuştin dê kî hesab bide?”