Dîroka bi dawîbûna Peymana Stenbolê di Rojnameya Fermî de hat weşandin

  • jin
  • 08:51 30 Nîsan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara dîroka bi dawîbûna Peymana Stenbolê, d Rojnameya Fermî de hat weşandin. 
 
Biryara dîroka bi dawîbûna “Peymana Konseya Ewropa ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinan û Pêşîlêgirtina Tundiya Nav Malê” ku weke Peymana Stenbolê tê zanîn a ji bo Tirkiyeyê, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. 
 
Li gorî biryarnameya bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogagn di 19’ê Adara 2021’an de, Peymana Stenbolê ji bo Tirkiyeyê hatibû feskirin. Biryara dîroka bi dawîbûna peymanê jî, weke 1’ê Tîrmeha  2021’an de hat diyarkirin.
 
Biryara mijara gotinê ye, li gorî madeya 3’yemîn a Biryarnameya Serokkomariyê ya Jimara 9 hatiye dayîn.