ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest

  • jin
  • 11:35 4 Gulan 2021
  • |
img
ÎZMÎR - N.G. a li Îzmîrê bi tundiya derûnî re rûbirû ma li ŞONIM’ê geriya û piştevanî jê xwest. Vê saziyê jî  ji N.G. têkildarî tundiyê rapor xwest. N.G. bertek nîşan da û got: “Ji bo ku dewlet me biparêze qey pêwîste cihek me were şikestin?’
 
Di vê qedexeya giştî ya ji bo pêşîlêgirtina vîr3usa koronayê de herî zêde yên ku bi awayek neyînî di bin tesîrê de dimînin jin in. Jin carek din bi tundiya li nav malê û gefa li ser jiyana wan re rûbirû man. N.G. a li Îzmîrê dijî bi tundiya derûnî re rûbirû ma. N.G. ji bo ku li sitargeha jinan bicih bibe li Navenda Şopandin û Pêşîlêgirtina Tundiyê (ŞONIM) geriya. Lê belê ŞONIM’ê jê re got heke ew bi tundiya fizikî re rûbirû mabe dê hildin sitargehê. 
 
‘JI BO PARASTINÊ DIVÊ CIHEK ME WERE ŞIKANDIN’ 
 
N.G. roja yekşemê li ŞONIM’ê digere û ev sazî têkildarî tundiya lê hatiye kirin rapor jê dixwaze. N.G. bertek nîşanî helwesta vê saziyê da û got: “Êdî tehamula min li ber vê tundiyê nemaye. Ji ber ku kesek min li Îzmîrê nîne, min xwest li sitargehê bi cih bibim. Ji ber vê yekê li ŞONIM’ê geriyam. Lê belê gotin ku ji ber şewbê û bi tundiya fizikî re rûbirû nemame wê min negirin sitargehê. Gotin ‘heta ku tundî li te neyê kirin, em nikarin te bigirin sitargehê. Biçe qereqolê rapora têkildarî tundiyê werbigire, em ê dikaribin te bi cih bikin’. Min çi jî got qebûl nekirin. Ji bo ku dewlet me biparêz e qey pêwîste divê cihek me were şikandin? Gelo lazim e em bi awayek fizikî zirarekê bibînin? Heke jin diçin ber deriyê dewletê, divê dewlet heta dawiyê wan deriyan veke.” 
 
MA/Semra Tûran