CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye

  • jin
  • 14:41 6 Gulan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Koalîsyona Jinan di Rojnamegertiyê de, rapora xwe ya meha Nîsanê weşand. CFWIJ'ê diyar kir ku binpêkirinên mafan ên rojnamegerên jin herî zêde li welatê Tirkiyeyê rû da. 

 
Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ), rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên rojnamegerên jin di meha Nîsanê de rastî hatin, weşand. CFWIJ, da zanîn ku di nava meha Nîsanê de, jinên rojnameger rastî, gef, êriş û tacîzên zayendî hatine.  
 
51 ROJNAMEGER RASTÎ TUNDIYÊ HATIN
 
Li gorî danayên CFWIJ'ê di meha Nîsanê de 51 rojnamegerên jin rastî êrişê hatin, gef li wan hat xwarin û tacîzê wan hatiye kirin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA), rojnamevanek jin hat qetilkirin û hat diyarkirin ku binpêkirinên mafên rojnamevanên jin herî zêde li welatên Tirkiye, DYA û Rûsyayê pêk tên.
 
TIRKIYE DI RÊZA YEKÎM DE YE
 
Li gorî raporê, Tirkiye ji ber tundî, gef û destdirêjiya li dijî rojanavenên jin, di rêza yekem de cih digire.. Hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê 21 jin bi êrişa fîzîkî re rû bi bû mane û di meha dawiyê de 8 jinên rojnamevan hatine darizandin.