Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin

  • jin
  • 09:04 13 Gulan 2021
  • |
img
ENQERE - Jinên sendîkayî diyar kirin ku di pêvajoya pandemiyê de hem li cihê kar hem jî li malê keda jinan tê binpêkirin û gotin: "Her ku rêxistinbûyîna sendîkayî kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin." 
 
Di pêvajoya pandemiyê de yên ji kar hatin derxistin an jî ketin ber pergala destûra bêheq jin in. Jinên sendîkayî anîn ziman ku qanûnên di dema pandemiyê de hatine çêkirin bandorê li jinan kirine û di pêvajoya pandemiyê de rêxistinbûyîna sendîkayî kêm bûye, lewma jin bêtir bi tenê mane. 
 
Sekretera Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, anî ziman ku fatûreya şewbê li jinan û kedkaran hatiye barkirin û got: "Îqtidar ji 15'ê Tîrmehê heya niha krîzan ji xwe re dike firsend. Ev yek kiriye awayê rêvebirinê. Em bi feraseta rêvebiriya otorîter re rû bi rû ne ku dixwaze hemû derdorên civakê têxe bin kontrola xwe. Ên herî zêde nesîb ji vê digirin jî jin in. Di demeke ku betalî zêde bûye de, ên herî zêde ji kar hatin derxistin jin in. Ên bi fiyetekî kêm tên xebitandin dîsa jin in." 
 
RÊXISTINBÛYÎN KÊM BÛ TAHDE ZÊDE BÛ 
 
Sekretera Jin a Egîtîm-Senê Sîmge Yardim, bal kişand ser "modela sist" a xebatê ya di pêvajoya pandemiyê hat avakirin û got: "Bi vê xebata modela sist re pêwendiya me ya bi hev re kêm bû. Nexasim mobbînga li ser kedkarên perwerdehiyê yên jin zêde bû û mudaxilbûna me ya ji bo vê jî kêm bû. Gava em ne li cem hev bin, piştevanî jî kêm dibe. Ev pêvajo kir ku em bi tenê bimînin. Ev yek herî zêde bandor li kedkarên perwerdehiyê yên jin û zarokan kir." 
 
Yardim, anî ziman ku têkoşîna jinan berxwedaneke mezin ava kirie û got: "Li seranserê cîhanê jin li ber xwe didin. Berxwedana jinan, rê li ber berxwedana civakî jî vedike. Em ê her tim têkoşîna jinê birêxistin bikin. Hê jî em doza heqdesta wekhev dikin. Em ê li her derî bi hêza xwe xeta têkoşînê xurttir bikin." 
 
Sekretera Jin a Giştî ya Egîtîm-Senê Ayşe Noyan Kolûman jî anî ziman ku ew kedkar û belavkarên PTT'ê ji roja ku şewb dest pê kiriye heya niha dixebitin û ji ber ku di vê pêvajoyê de e-tîcaret zêde bûye, barê wan hîn bêtir giran bûye. Kolûman, destnîşan kir ku keda xebatkarên PTT'ê tê xwarin û got: "Ji bo jinên xebatkar pirsgirêka herî mezin nebûna xizmeta kreşê ye. Zarok li mal e, dê û bav li kar in. Gelek jinan nikaribû vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Ên bikadro destûra biheq girtin, ên bêkadro û bêsîgoret jî ji bêgavî dev ji kar berdan." 
 
Kolûman, anî ziman ku hem li malê hem jî li cihê kar barê jinan giran bûye û bi vî awayî tê xwestin ku jin dev ji kar berdin. Kolûman, bilêv kir ku di qada karî de yên herî zêde bi mobbîngê re rû bi rû dimînin jî jin in û gava bi tahde û tacizê re rû bi rû dimînin jî nikarin deng derxînin. Kolûman got: "Ji lew re nabin sendîkayî û bi vî awayî bi tenê dimînin."