Abeer Abû Khadîr: Têkoşîna rizgariyê ya filistîniyan ji nû ve zîndewer bû

  • jin
  • 09:02 18 Gulan 2021
  • |
img

ENQERE - Nûnera Yekîtiya Komîteyên Jinan a Filistînê Abeer Abû Khadîr, diyar kir ku divê saziyên navneteweyî sûcên ku Îsraîl li hemberî gelê Filistînê dike îfşa bikin û ji bo piştevaniyê bang kir. 

Şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de didome. Îsraîlê di 7'ê Gulanê de êrîş biribû ser kesên ku li Mescîd-î aksayê nimêj dikirin. Di van êrîşan de 37 jê zarok, 22 jê jin zêdetirî 137 filistînî jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn. 
 
Nûnera Yekîtiya Komîteyên Jinan a Filistînê Abeer Abû Khadîr, rewşa heyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
TAXA ŞÊX CERRAHÊ 
 
Khadîr, anî ziman ku Îsraîla ku dixwaze filistîniyan ji Taxa Şêx Cerrahê derxîne sûc kiriye û got: "Trajedî û doza şêniyên Taxa Şêx Cerrahê, ji dema karesata mezin a Filistînê, ji sala 1948'an ve didome. Gava ev malbat xwe li Rojhilatê Qidûsê girtibûn, ji Rojavayê Qdûrsê, Hayfa û afayê hatibûn sirgûnkirin. Hikûmeta Urdunê, van malbatan li milkê xwe di konan de bicih kir. Di sala 1952'yan de, di navbera Hikûmeta Urdunê û UNRWA û van malbatan de peymanek hat îmzekirin. Li gor vê peymanê, dê bi beramberiya betalkirina statuya penaberiyê, xênî ji wan re bihatana çêkirin. Pêvajoya înşeatê di sala 1956'an de bi dawî bû." 
 
Khadîr, bibîr xist ku Dadgeha Bilind a Îsraîlê ji bo valakirina xaniyan û ji bo ev xanî teslîmî şêniyan bên kirin, muhletek daye û got: "Peymanek îmze kirin ku dê xwediyên van xaniyan ji bo demekê bi bedêla kirê milkiyeta axa van şêniyan nas bikin. Lê belê gelê Şêx Cerrahê, tawiza navbirî red kir. Ev tax, ji du aliyan ve yek ji taxên herî stratejîk ên Rojhilatê Qidûsê ye. Yek; deriyê wê yê bakur rasterast deriyê welatê kevn e. Heya Şerîaya Rojavayê diçe. Dudo; pêwendiya wê ya bi Mizgefta El-Aksayê re ye. Ev demeke şêniyên êrîşkar li vir tên bicihkirin. Sedema vê jî cardin guherandina Mizgefta El-Aksayê ye." 
 
SERÎHLDAN 
 
Khadîr, parast ku Îsraîl ji bo guherandineke di warê demografiyê de bi awayekî taktîkî êrîşan dike û bi "sixtekarî" milkên filistîniyan didize. Khadîr, anî ziman ku awayê têkoşînê yê herî girîng ê filistîniyên li Qidûsê, serhîldaneke girseyî ye. 
 
TÊKOŞÎNA RIZGARIYÊ YA NETEWEYΠ
 
Khadîr, anî ziman ku di nav filistîniyan de cardin têkoşîna rizgariya neteweyî bi ruh û can bûye û got: "Ev serîhildan kir ku filistînî cardin di warê têkoşînê de bi yek bin." 
 
Khadîr, destnîşan kir ku ev serhildan nîşan dide ku dê gelê Filistinê nehêle demografî bê guherandin û dê li deverên ku di dema tevgera rizgariyê de hatine dagirkirin cardin dewleta xwe ya serbixwe ava bikin. 
 
Khadîr, bibîr xist ku di êrîşên Îsraîlê de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane û got: "Sîyonîst rastiyan berevajî dikin. Sûc dikin. Paqijiyeke etnîk dikin. Malan desteser dikin. Dest datînin ser Mescîd-î Aksayê. Welat parçe dikin. divê saziyên navneteweyî sûcên ku Îsraîl li hemberî gelê Filistînê dike îfşa bikin."
 
MA / Gozde Çagri Ozkose