Komeleya Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê doz vekir

  • jin
  • 10:22 18 Gulan 2021
  • |
img
AMED - Komeleya Jinan a Rosayê ji bo biryara fesixkirina Peymana Stenbolê were betalkirin, li Şûreya Dewletê doz vekir. 
 
Peymana Stenbolê ku jinan ji kuştin û tundiyê diparêze di meha adarê de bi biryarnameya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hatibû fesixkirin. Nerazîbûn û xwepêşandanên jinan ên li dijî fesixkirina peymanê berdewam dikin. 
 
Komeleya Jinan a Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê serî li Şûreya Dewletê (Daniştay) da û doz vekir. Komeleyê daxwazname da Şûreya Dewletê û di daxwaznameyê de destnîşan kir ku fesixkirina peymanê li dijî dewleta hiqûqê ye û ji bo mafê mirovî yên jinan were parastin ew dixwazin biryar were fesixkirin. Komeleyê di daxwaznameya xwe de diyar kir ku biryara fesixkirinê li dijî Destûra Bingehîn e û xwest birêvebirina biryarê were sekinandin.