Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin

  • jin
  • 10:38 24 Gulan 2021
  • |
img
BALIKESÎR – Civaknas Bîrgul Avdan, tundiya ku li Sîbel Kaman a ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hatibû qetilkirin hatibû kirin ragihand û ev tişt got: “Êdî bangî dewletê dikim, lewre naparêze. Bangî rêxistinên jinan dikim; an em ê têbikoşin hesap bipirsin an jî em ê her roj bên qetilkirin.”
 
Sîbel Kaman, li taxa Akaçay a navçeya Edremîtê ya Balikesîrê dijiya, piştî girtina biryara tevdîrê bi 4 rojan (21’ê gulanê) ji aliyê hevjînê xwe Sezgîn Zîlkaya ku dev ji hev berdabûn ve hat kuştin. Zîlkay piştî cînayetê întihar kir. Li ser daxwaza dayika wê Kaman li Enqerê hat veşartin. Şêwirmenda Malbatê û Civaknas Bîrgul Avdan, tundiya ku di pêvajoya berdayînê de li Kaman hatibû kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.
 
GEF Û TACÎZ
 
Avdan, da zanîn kudi pêvajoya berdayînê de Kaman nas kiriye û Wiha got: “Piştî berdayînê gef li Kaman (46) a dayika 3 zarokan hatiye xwarin û hatiye tacîzkirin. Zîlkaya bi biryara sexte ya dadgehê welata zarokan girtiye ser xwe. Pişte derketiye holê ku ev biryar sexte ye. Me jî pêşniyar kir ku Sîbel serî li dozgerî û qereqolê bide. Sîbel di 17’ê gulanê de seri li Qereqola Polisan a Akçayê da û giliya Zîlkaya kir û ji bo 30 rojan biryara tevdîrê girt. Dewleta ku mafyayan diparêze Sîbel neparast.”
 
ZIHNIYETA TEHEMÛLKIRINÊ
 
Di berdewamê de Avdan gotinên Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê Derya Yanik ên “Tundiya li dijî jinê bi hejmarên ku dikare bê tehmûlkirin zêde bûye”  bi bîr xist û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Wezîr dibêje ku tundî dikare bê tehemûlkirin. Gelo wê karibin vê ji zarokên Sîbel re bibêjin? Zarokên dikarin tehemûl bikin? Zarokan hem dayika xwe hem jî bavê xwe winda kirin. Heke dewletê biparasta wê ev tişt nebûna. Di vê dosyayê de dewlet li hemberî me ye.”
 
24 SAET ŞÛNDE HAT QETILKIRIN
 
Avdan, bi lêv kir ku rexmî Kaman di meha sibatê de berdana xwe pêk aniye jî di 18’ê adarê de daraznameya berdanê girtiye û ev tişt gotin: “Wêneyê daraznameyê kişandibû û ji min re şandibû û gıotibû, ‘Êdî azad im’. Zîlkaya ji Çorûmê hat Akçayê û piştî sozdayîna parastinê ya dozger bi 24 saetan Sîbel qetil kir. Pergalê zilaman kiriye plankerên cinayetê. Êdî bangî dewletê dikim, lewre naparêze. Bangî rêxistinên jinan dikim; an em ê têbikoşin hesap bipirsin an jî em ê her roj bên qetilkirin.”
 
Herî dawî Avdan daxwaz kir ku derbarê polis û dozger de lêpirsîn bê destpêkirin û bang li jinan kir ku giliya qereqolê bikin. 
 
MA/ Sevda Aydin