Dikandarên jin ber têkçûnê ne

  • jin
  • 09:53 26 Gulan 2021
  • |
img
WAN - Dikandarên jin, diyar kirin ku di pandemiyê de alîkariya aborî ya ji bo dikandaran kêm e û gotin: “Dikandar li ber têkçûnê ne. Bêyî ku cudakarî bê kirin, divê alîkarî ji bo hemû dikandaran bê kirin.”
 
Dikandarên ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) û polîtîkayên hikumetê yên aboriyê, nikarin kar bikin û li ber  têkçûnê ne. Dikandarên jin dan zanîn ku alîkariya aboriyê ya desthilatdariyê ya ji bo dikandaran kême û dest nîşan kirin ku divê bêşert û merc, bêyî ku cudakarî bê kirin, alîkarî ji bo dikandaran bê dayîn. 
 
9 KIRÊYÊN KU NIKARE BIDE 
 
Dayika du zarokan Nevîn Yilmaz a bi hevjînê xwe re karê qehwexaneyê dike, anî ziman ku di pandemiyê de ji ber girtîna qehwexaneyan, rastî gelek zoriyan hatin. Yilmaz, bal kişand ser rewşa xwe û wiha axivî: “Mal û kargehama kirê ne. Qertên krediyê yên hevjînê min niha, bloke bûne. Me krediyên dikandar û pêdiviyê, standin. Kijan fatûreyên me kêm bên em didin. Di vê pêvajoyê de tu alîkarî ji bo me nehat dayîn. Tenê carekê 540 lîre û cara duyemîn jî 448 lîre dan me. Niha em ji bo şîrê zarokên xwe, nan û pêdiviyên xwe dijîn. 9 kriyên ku niha em nikarin bidin hene.” 
 
BÊHÊVIYEK MEZIN HEYE
 
Yilmaz, diyar kir ku dema ku kargeha wan girtî bû, ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe serî li gel rê û rêbazan dan û wiha mexdûrbûyîna xwe bilêv kir: “Niha dikana min girtiye. Ji min re bêjin, paket serwîs bike, ez ê nekarim. Niha tu derfetekê min tuneye. Divê li ser rewşa dikandaran baş bê fikirin û ji bo çawan çareseriyek bê pêşxistin. Di vê pêvajoyê de, em 4-5 sal paşve çûn. Êdî ez pêşeroja xwe texmîn nakim.” 
 
DIKANDARÎ QEDIYA!
 
Jina dikandar Suheyla Kalçik jî, dest nîşan kir ku alîkariya Pakêta Piştgiriya Dikandaran ji bo wê nehatiye kirin û got: “Dikandarên xwe em çawan vedikin, wisan jî digirin. Niha em nikarin lêçûnên xwe pêşwazî bikin. Girtina 17 rojan bandorek mezin li me kir. Lêçûnên me yên mehekê digihêje 80 hezar lîreyan. Ji bo ku em karibin di nava mehekê de 80 hezar lîreyan kom bikin, divê  xebata me hebe. Lê em naxebitin.” 
 
ALÎKARÎ TUNEYE
 
Kalçik, da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de, alîkarî ji bo wan nehatiye dayîn û wiha gazincên xwe anî ziman: “Di dikana mein de 3 kesên bi sîgortayî dixebitin hene. Krediyên didin me, pêdiviyên me pêşwazî nakin. Em nikarin pê kar bikin. Dewlet jî alîkariyê nade me.”