Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir

  • jin
  • 12:34 27 Gulan 2021
  • |
img
AMED – Li ser têkoşîna jinan, biryara 400 zilamên li Bazara Semtê ya Jiyanê bên bi cih bibin, hat betalkirin.  
 
Di sala 2013’an de, Şaredariya  Navçeya Rezanê ya dibin rêveberiya Partiya Aştî û Demokratîk (DBP) de bû, ji bo jinan Bazara Semtê ya Jiyanê vekiribû. Qeyûmê Şaredariya Rezanê yê AKP’î Huseyîn Beyoglû, biryar da bû ku 400 esnafên zilam li bazara jinan bi cih bîke. 
 
Şaredariya Rezanê li ser berteka jinên di bazarê de di xebitin, dest ji biryara xwe ya bazarê bike yek û 400 zilaman bigire bazarê berda. Li gorî biryarê, bi bazarên hejmarên 1 û 3 re wê Bazara Semtê ya Jinan li cihên xwe yên berê bimînin û mîna berê xebatên xwe dewam bikin.
 
JIN BI SER KETIN
 
Ji bazarvanên jin Rukiye Bakiş, derbarê rewşê de axivî û got: “Demek dirêj bû, em rastî zextên zilaman dihatin. Lê rojekê bi tenê jî me dev ji têkoşîna xwe berneda. Di encama berxwedana jinan de, me ev serketin bi dest xist. Bazara Semtê ya Jiyanê, bazara jinane. Wê her tim jî wiha bimîne. Emê tu carî destûrê nedin ku naveroka vê projeye vale derbixin. Em spasiya hemû kesên ku piştgirî dan me dikin.”