Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin

  • jin
  • 15:26 28 Gulan 2021
  • |
img
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Umran Batûray ji doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hat beraetkirin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Umran Batûray bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” negirtî dihat darizandin. Danişîna duyemîn a doza Batûray li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Batûray û parêzera xwe Semra Balyan li danişînê amade bûn. Dozger xwest Batûray ji her du îdiayan were cezakirin. Parêzer Balyan parastina miwekîla xwe kir, sûcên li ser miwekîla xwe qebûl nekir û xwest were beraetkirin.  
 
Şandeya dadgehê diyar kir ku tewanbariya li ser Batûray ji ber ku ne sabît e biryara beraetê da.