Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn

  • jin
  • 11:30 29 Gulan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sêwazê derket holê ku Fatma Oz a 40 roj in winda ye ji aliyê Bahrî M. ve hatiye kuştin. Li Kirikkaleyê jî du dayik û keça xwe ji tundiya zilam birîndar bûn. 
 
Li navçeya Gurun a Sêwazê Fatma Oz (44) 40 roj bûn winda bû. Derket holê ku Oz ji aliyê Bahrî M. ve hatiye kuştin. Malbata Oz serî li polîsan da û ji bo dîtinê xebat hat destpêkirin. Hat tespîtkirin ku Oz herî dawî bi Bahrî M. re hevdîtin kiriye û piştî ku Bahrî M. hat binçavkirin li xwe mikur hat ku wî bi sîlehê Fatmayê kuştiye. 
 
KIRIKKALE 
 
Li taxa Çalilioz a Kirikkaleyê jî di navbera Z.S. û M.E.A. şer derket. Dayika Z.S., Y.U. ji bo şer ji hev veqetîne ket navberê. Y.U. û xwişka xwe F.S. (17) ji aliyê M.E.A. ve hatin birîndarkirin. Cîranan agahî da polîsan û tîmên tenduristiyê û hatin cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku rewşa wan baş e. Piştî bûyerê Z.S. û M.E.A. hatin binçavkirin.