Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê

  • jin
  • 12:51 1 Hezîran 2021
  • |
img
WAN - Komeleya Jinan a Starê, têkildarî jinên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe didin peyamek weşand û wiha got: “Em ê heta dawiyê li rex jinên ku av, ax û qadên jiyana xwe diparêzin bin.”
 
Niştecihên gundê Şêxan a girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê, ji ber ku li dijî çêkirina kana mermeran a li gundê xwe derketin, di 26’ê gulanê de bi êrişa tund a esker û cerdevanan re rûbirû mabûn. Esker û cerdevanan li vê derê li jinan jî dabûn, xwestibûn wan binçav bikin û gef li wan xwaribûn. Komeleya Jinan a Starê ya Wanê li ser hesabê xwe yê medya civakî peyama piştevaniyê ya bi jinên li ber xwe didin re parve kir. 
 
‘EM BI JINAN RE NE’
 
Komeleyê destnîşan kir ku li dijî kana mermeran bi jinên li ber xwe didin re ne û got: “Li gundê Şêxan ê Payîzavaya Wanê ne tenê ekolojî di heman demê de sewalkariya ku debara gelê heremê ye jî di xetereyê de ye. Em bi xemgînî diyar dikin ku govên hatine herifandin, jinên ku bertek nîşanî vê yekê dane hatine derbkirin, rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hatine û pêkanînên li dijî hiqûqê pêk hatine. Berxwedana li gundê Şêxan ji bo me pir bi wateye û hêja ye. Em weke Komeleya Jinan a Starê heta dawiyê li rex jinên ku av, ax û qadên jiyana xwe diparêzin bin.”