Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye

  • jin
  • 13:49 6 Hezîran 2021
  • |
img

ENQERE - Cîgira Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê Prz. Gulnîhal Agirer, anî ziman ku li Tirkiyeyê baweriya piraniya civakê bi edaletê nemaye û wiha got: “Ji ber vê yekê parvekirinên Ezgî Mola rexneya li pergalê ye." 

 
Li Êlihê piştî Çawîşê Pispor Musa Orhan tecawizî Îpek Er kir, Îpek Er intîhar kir. Îpek Er, 34 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin û di 18'ê Tebaxa 2020’an de jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê tecawizkar Orhan, hat binçavkirin û hat berdan û niha serbest tê darizandin. Gelek hunermend, rêxistinên civakî û parazvanên mafên mirovan bertek nîşanî vê yekê dan. Yek ji van kesên ku bertek nîşanî pergala darazê dan jî Lîstikvan Ezgî Mola bû. Lê ji ber Ezgî Mola li ser medya înternetê bertekên xwe anîn ziman, dozgeriyê bi îdeaya "Heqaret li Orhan kiriye" bi sûcdariya "Heqareta bi deng, nivîskî" û "Heqaretê" heta 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê doz li Ezgî Mola vekir. Piştî ku doz li 
Ezgî Mola hat vekirin, gelek hunermend, rewşenbir û nivîskaran bertek nîşanî vekirina dozê da. Parêzerê Musa Orhan Prz. Mehmet Erkan Akkuş dîsa der barê 16 hunermendên ku piştgirî dane Mola de serlêdana sûc kir. 
 
Têkildarî helwesta darazê Cîgira Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê Prz. Gulnîhal Agirer, diyar kir ku li Tirkiyeyê baweriya piraniya civakê bi edaletê nemaye û wiha got: “Ji ber vê yekê parvekirinên Ezgî Mola rexneya li pergalê ye. Baweriya li dijî edaletê nemaye. Mirov êdî bawer nakin ku meqam û rayedarên fermî bi lez û bez biryaran têxin meriyetê. Ji ber vê yekê êdî mirov bertek û nerazibunên xwe li ser medya înternetê tînin ziman. 
 
Agirer, parvekirinên Mola yên li ser înternetê jî nirxand û wiha got: "Parvekirinên Mola ên tweetê bi vê helwesta  darazê ve girêdayî ye. Ji ber bawerî ji darazê tune êdî rexne û bertekên xwe li ser medya înternetê tînin ziman. Piştî mexdûr mir û nikare xwe biparêze, bersûcê bi tecawizê tê darizandin, serbest tê berdan. Ev di civakê de înfalekê çê dike. Ev parvekirinên li ser medya înternetê wekî rexneya li dijî pergalê ye." 
 
LI ŞÛNA ÇARESER BIKE GAFAN DIXWE
 
Prz. Agirer, bal kişand ser danişîna doza Er û wiha lê zêde kir: "Parêzerê Orhan di danişînê de heqaret li malbatê kir. “Li pêş mercên darazê parastin, divê li gorî îdea û parastinê hevseng be. Lê sînorê parastinê divê neyê asta heqaretê. Heqareta li malbata mirî, li dijî sînorê parastinê ye. Hikûmet li şûna ji van pirsgirêkan re çareseriyê bîne, di şevekê de ‘Peymana Stenbolê" fesih dike. Dîsa  dema em guh didin daxuyaniyên Wezîr Suleyman Soylu yên êrîşî jinan dike û jinan kêm dibîne, em dibînin ku li şûna çareseriyê pêş bixe, pirsgirêkan bincil dike. Nêzîkatiya îqtîdarê helwestek siyasî ye. Ji ber vê yekê em dibêjin 'Kuştinên jinan polîtîk e.' Ji ber vê yekê em wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqereyê em diyar dikin ku têkoşîna jinan ji destpêka dîrokê heta niha ne têkoşînek hêsan e. Em bang li hemû beşên civakê dikin û em dixwazin bi fikrên xwe û pêşniyarên xwe piştgiriyê bidin me. Gelek bûyerên ku ne di çapemeniyê de û ne jî di pergala darazê de tên dîtin hene. Gelek mirov ji ber tirsa canê xwe tundî û zextên li ser xwe nînin ziman. Ev pirsgirêkek gelek mezin e. 
 
GIRÊDAYÎ GUHERTINA HIŞMINDIYÊ YE
 
Prz. Agirer, anî ziman ku heta feraseta mêrê serdest neyê guhertin, heta ku hêza serdest kesên bindest bieciqîne, guhertin çênabe û wiha bi dawî kir: "Ji ber vê yekê têkoşînek demdirêj lazim e. Ev tundî û daxuyanî dê nikaribin têkoşîna me asteng bikin. Bila neyê ji bîr kirin ku yên di van dozan de tên darizandin kujer bi xwe ne. Divê têkoşînek hevpar bê dayîn. Em di xebatên xwe de li qadên cuda bi akademisyenan re, bi nûnerên rêxistinên civakî re parve dikin. Divê jin bêyî reng, nijad, ziman û çandê cuda bikin divê bi hevre li dijî hişmendiya mêrê serdest têbikoşin." 
 
MA/ Zemo Aggoz