Jin: Keda me nayê dîtin

  • jin
  • 16:09 7 Hezîran 2021
  • |
img
AGIRÎ - Meclîsa Jinan a HDP’ê piştî jinên koçer seredana jinên kedkar ên malê kirin.
 
Meclisa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya hevdîtinên “Ji xizaniya jinê re na” de piştî jinên koçer ên li Zozanên Sînegê yên girêdayî navçeya Avkevirê ya Agiriyê seredana jinên kedkar ên malê kir. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê ya Ersoy, endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Mûkaddes Erdogdû, Ji Koordînasyona Jinan Feray Mertoglû, Tulay Koçek û Hazal Karabey, endama Meclîsa Partiyê Hatîce Akdag û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacer Karaoglan di şandeyê de cih girtin. 
 
Meclîsa Jinan, piştî jinên koçer seredana gundê Zîro yê girêdayî Agiriyê kir û pirsgirêkên ku jin dijîn guhdar kirin. Jinan ji nedîtina keda wan û şertên xebatê yên giran gazin kirin. Jineke ku pirsgirêkên dijîn anî ziman wiha got: “Em çar xwişk in. Yek di tekstîlê de yek jî di otelê de dixebite. Du xwişkên min ên biçûk hem dixwînin hem jî dixebitin. Ji aliyê aboriyê ve xizaniyek heye. Li navendê kargeheke tekstîlê heye jinan bi dest xebatê kir lê servîs tune ye. Kesên dixebitin di bin destheqa asgarî de dixebitin. Em saet 08.00’an heta saet 19.00’an dixebitin. Me bi salan hilberîna pincarê kir. Kota anîn û kirin taybet. Di destê me de tiştek nema.”
 
JI BO QENALA BENDAVÊ DARÊN FÊKÎ HATIN BIRÎN
 
Jinan anîn ziman ku bi Santralên Hîdroelektrîk (HES) qirkirina ekolojîk berdewam dike û wiha axivî: “Darên li zeviyên gundiyan ji kokê ve rakirin û qenal têde derbas kirin. Ji ber qenala avê ya sergirtî hatiye çêkirin şûna heqê erd bidin tenê weke heqê 50 daran 800 lîre dane.”
 
Meclîsa Jinan, pirsgirêkên jinan qeyd kirin û ji gund derketin. Hevdîtina jinan a Serhedê ya roja ewil bi eleqeya jinan a zêde bi dawî bû. Meclîsa Jinan wê sibê li Îdirê bi jinan re were bahev.