Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan

  • jin
  • 16:43 7 Hezîran 2021
  • |
img

ENQERE - Jinên ku polîsan li pêş Edliyeya Enqereyê bi lêdanê binçav kirin, hatin berdan.

Platforma Jinan a Enqereyê, di 12’ê tebaxa 2020’an de, li dijî nîqaşên vekişîna ji Peymana Stenbolê çalakî li dar xistibû û 33 jin di wê çalakiyê de hatibûn binçavkirin. Pişt re jî jin hatibûn berdan û derbarê wan de doz hatibû vekirin. Jinên ku polîsan beriya danişîna ewil a dozê li pêş Edliyeya Enqereyê bi lêdanê binçav kirin, hatin berdan.
 
Nêzî 20 jinên ku polîsan binçav kirin bêyî ku bibin miduriyeta polîsan hatin berdan. Polîsan 7 jin jî birin Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. Polîsan bi îdiaya “Ji mûxalefeta li dijî meş û xwepêşandanê” jin binçav kirin. Piştî îfadeyê jin hatin berdan.
 
Navên jinên hatin berdan wiha ne: Bûse Uçer, Aysûn Gençtanir, Gulçîn Polat, Sîbel Goktaş, Esma Çaglak, Îlay Kadîroglû û Sila Yilmaz.