Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye

  • jin
  • 09:05 13 Hezîran 2021
  • |
img
SAMSÛN - Piştevaniya Jinan a Samsûnê, diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo jinan temînat e û îşaret bi rewşa bajêr kir ku di demên dawî de tahdeya li jinan tê kirin zêde bûye û got: "Em ê dev jê bernedin." 
 
Serokomartiyê bi hinceta ku "pergala malbatê xera dike" û "dilê mirovan dişibîne hevzayendiyê" bi biryarnameyekê Peymana Stenbolê fesix kiribû. Dê di 1'ê Tîrmehê de jî bi temamî bê betalkirin. Endamên Piştevaniya Jinan a Samsûnê, destnîşan kirin ku peyman temînata jiyana jinan e. 
 
Endama piştevaniyê Ayten Kûtlû, anî ziman ku peyman beriya her tiştî temînat e ji bo jiyana jinan û got: "Peyman ji bo ked, beden û hebûna jnan temînatek bû. Ji bo pêşîlêgirtina qirkirina zayendî temînatek bû. Jixwe ji ber ku dewleta baviksalarî mêran diparêze, cesaretek heye. Jin hemû li dijî feraseta 'ez ê te bikujim û piştî sê rojan bêm berdan' bi yyek bûbûn. Lê belê serokomartiyê bi awayekî kêfî ew fesix kir û jinan ji vê temînatê bêpar hişt." 
 
‘PERGAL XWE BI KEDA ME XWEDÎ DIKE' 
 
Kûtlû, destnîşan kir ku bedena jinê li her qadî tê binpêkirin û pergala kapîtalîst xwe bi ked anavmalê xwedî dike. Kûtlû, anî ziman ku armanca pergalê ew e ku keda jinê tune bike û bi vî awayî pergala xwe bidomîne û got: "Peymana Stenbolê ji bo me pir girîng e. Em ê tu carî dev jê bernedin. Em ê heya dawiyê li kuçeyan xebatên xwe bidomînin. Ji xeynî têkoşînê tu rê li ber me tune ye." 
 
BANGAWAZΠ
 
Endama piştevaniyê Zeynep Demîr jî destnîşan kir ku Peymana Stenbolê li hemberî tahdeyê LGBTÎ+ û jinan diparêze û keda jinan esas digire. Demîr, bibîr xist ku peyman nehatiye pêkanîn û got: "Gava bi temamî ji holê bê rakirin, dê kiryar tahdeyê wekî heqekî bihesibînin. Dê bibêjin 'jixwe dewlet me diparêze.' Dê pêşî li ber tahdeyê bê vekirin. Di demên dawî de li Samsûnê cinayetên jinan zêde bûn. Sedema vê jî şev nîvê şevê bi biryarnameyan betalkirina qanûnên ku jinan diparêzin. Em bang li hemû jinan û LGBTÎ+yan dikin ku di 1'ê Tîrmehê de li seranserê Tirkiyeyê dakevin kuçeyan." 
 
Endama piştevaniyê Fatma Çelîk, destnîşan kir ku piştî ku peyman hatiye fesixkirin tahde zêde bûye û niha bi qirkirineke zayendî re rû bi rû ne. Çelîk got: "Çi dikin bila bikin em ê neyên lîstika îqtidarê û em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin." 
 
'DIVÊ PÊK BÊ' 
 
Endamê piştevaniyê û aktivîstê LGBTÎ+ Yasîn Akay jî diyar kir ku heya niha peyman nehatiye pêkanîn û got: "Hîn jî kujer tên parastin, jin tên eciqandin. Ji bo parastina qoltixa xwe van tiştan dikin. Fesixkirina peymanê dê tiştekî neguherîne. Lê armanca me betalkirina biryara fesixkirinê ye û pêkanîna peymanê ye." 
 
MA / Tolga Guney