Jinên bi rengên xwe beşdarî kongreyê bibin: Dê nekaribin HDP’ê têk bibin

  • jin
  • 11:58 8 Sibat 2018
  • |
img

ENQERE - Jinan, diyar kirin ku dê bi coş û rengên xwe beşdarî kongreya HDP'ê bibin û wiha gotin: “Çi bikin bila bikin dê HDP tim li ser piyan be û têk neçe. Em banga tevlîbûnê li hemû jin û raya giştî dikin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 11’ê Sibatê de li Salona Erena ya Sporê ya Enqerê 3’yemîn Kongreya Mezin a Asayî lidar bixe. Amadekariyên jinên beşdarî kongreyê bibin bi coşek mezin berdewam dikin. Jinan, diyar kir ku HDP hêviyeke mezin a pêşeroja Tirkiyeyê û bang tevlîbûna kongreyê kirin.
 
'KONGRE HEVÎ DIDI’ 
 
Hevseroka HDP’ê ya Enqerê Nur Aytemur, diyar kir ku partiyan wan di pêvajoyek wiha hêvî dide avakirin û wiha axivî: “Êrîşên AKP’ê yên pir dijwar li ser me hene.  Li welat dixwazin bijîşkan jî bêdeng bikin. Destkeftiyên jinan tune bikin. Di pêvajoyeke wiha de, HDP hêviya rizgarbûnê ye. “Baweriya me bi kongreya me tê ku dê hêviyên mezin bide avakirin. Dê jin bi hemû hêza xwe beşdarî kongreyê bibin. HDP’ê pergala hevserokatiyê bi sazî kiriye û ji sedî 50’î kotaya jinê pêk tîne.”
 
‘JI BER KU JIN ŞER NAXWAZIN, DIBÊJIN HDP’
 
Enama Meclîsa Jinan a Enqerê Îpek Gur jî, diyar kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, ew şer naxwazin û wiha axivî: “Ji ber vê yekê em dibêjin HDP. Gelê Efrînê heya niha tu zirar nedeya Tirkiyeyê. A tê kirin zilme. Jin, kedkar û demokratên li Tirkiyeyê dijîn şerê li ser Efrînê naxwazin. Şer tune dikin û aştî jî dide jiyîn. Ez bang li hemû kesê dikim ku beşdarî kongreyê bibin. Faşîzm ji ronahî û mijê ditirse. Em jî di 11’ê Sibatê de deng û ronahiya xwe nîşan bidin. Em ê bi nasname, reng û dengên xwe yên bihêz beşdarî kongreyê bibin. Dê ev ji bo Tirkiyeyê bibe hêviyek mezin.”
 
'PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI HDP'Ê HEYE'
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Dalça Hurriyet Karadenîz jî, anî ziman ku pêdiviya Tirkiyeyê bi HDP’ê heye û wiha axivî: “Dinava  tarîtiya heyî de tenê HDP dibêje berxwedan, ronahî, aştî û azadî. Dê di kongrê de jî ev derbikeve holê. Çi ji HDP’ê bikin bila bikin dê cardin ser piyan be û nekarin tune bikin. Hemû beşên li Tirkiyeyê behsa aştî, wekhevî û demokrasiyê dikin, divê ligel HDP’ê cih bigirin. Enxec em bihevre karibin tarîtiyê ronî bikin. Ez hemû kesên dilên wan paqij dawetî kongreyê dikim.”
 
'JI BO JIYANEK WEKHEV HEMÛ KES BEŞDARÎ KONGREYÊ BIBIN’ 
 
Endama Meclîsa HDP’ê Nîlgun Salmaner jî, axivî û wiha got: “DHP ji bo min tê wateya jiyana wekhev, jiyana azad û şoreşa jinê. Ji bo azadiya xwe, bi dawî anîna tundiya dewleta zilam werin em bi hevre têbikoşin. Em hemû jinan dawetî kongreyê dikin.”