TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in

  • jin
  • 14:44 12 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan a hefteyek e li Midûriyeta Polîsan a Mêrdîn di bin çavan de ye civîna çapemeniyê lidar xistin û diyar kirin ku tenduristiya Gokkan nebaş e û ji tenduristiya Gokkon bi fikar in. 

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkon dema li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 5'ê Sibatê de malbatek ziyaret kir hat binçavkirin. Gokkan ku hefteyek e di bin çavan de ye, li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tê rawestandin. Hat diyar kirin ku Aktîvîsta  TJA Ayşe Gokkan di bin çavan de tenduristiya wê nebaş e û rastî tundiya derûnî û neheqiyan hatiye. Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Aktîvîsta TJA'yê Elif Haran, diyar kir ku Gokkan di nava xebatên têkoşîna azadiya jinê de cihekî mezin digire. Harran, anî ziman ku dema Gokkan hat binçavkirin rastî tundiya derûnî û neheqiyên gran hatiye. Haran, destnîşan kir ku der barê dosyaya Gokkan de biryara veşartinê heye û hefteyek binçavkirina wê dirêj kirine. Harran, anî ziman ku dema Gokkan hat binçavkirin destê wê li pişt wê kelepçe kirine û li Midûriyeta Polîsan a Nisêbîn û Mêrdînê di lêgerîna tazî li ser wê ferz kirine û Gokkan ev yek red kiriye. 
 
EM JI TENDURISTIYA WÊ BI FIKAR IN
 
Harran, destnişan kir ku ew ji tenduristiya Gokkan bi fikar in û wiha got: “Hevala me di nava şert û mercên qirêj de dimîne. Di şertên ku ji tenduristiyê dûr de tê girtin. Ji ber hewa qirêj e û bê hewa ye, nikare nefesê bistîne. Em bi riya parêzeran fêr bûn ku tenduristiya Gokkan nebaş e. Hefteyek e di bin çavan de ye, lê heta niha 2 caran serûm lê xistine. Em ji tenduristiya Ayşe Gokkan bi fikar in. Ji tenduristiya hevala me Gokkan rayedarên dewletê berpirsiyar in. Binçavkirina Ayşe Gokkan û girtina wê ya di nava şert û mercên bê tenduristî tu carî nayê qebûlkirin. Em dixwazin demek berî demekê pêdiviyên tenduristiya hevala me bê temin kirin û serbest bê berdan. 
 
Em binçavkirin û girtina li dijî aktivîstên jin şermezar dikin. 100 salin heman rêbaz tên ceribandin. Lê hemû bê encam dimînin. Ev helwesta siyasî, dijminê jinê û dijminê demokrasiyê ye. Em dixwazin Gokkan û hemû aktîvistên me serbest bên berdan. Em biçavkirinê şermezar dikin."