Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir

  • jin
  • 16:05 12 Sibat 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efoya Navneteweyî, ji bo parazvanên mafên mirovan Atena Daîmî û Gulrux Îbrahîm Îrayî yên ji Girtîgeha Evîn a Tahranê sirgûnî Bajarê Reyê kirin û rastî tundiyê hatin, banga çalakiya lezgîn kirin. Daîmî û Îbrahim Îrayî ji 3'ê Sibatê heta niha di çalakiya greva birçîbûnê dene. 
 
Aktîvista siyasî û ressam Atena Daimî û Gulrux Îbrahim Îrayî ku di heman demê de parazvanên mafên mirovan in, 3 sal û 4 meh in li Girtîgeha Evîn a Tahrana Îranê girtî ne. Daîmî û Îrayî di 24'ê Çile de ji Girtîgeha Evîn a Tahranê sirgûnî Girtîgeha Karcax a Bajarê Reyê kirin. Piştî girtî sirgûn kirin û mafê wan hat binpêkirin ji  3'ê Sibatê ve ketine greva birçîbûnê. Têkildarî çalakiya Daîmî û Îrayî Rêxistina Efoya Navneteweyî bang li parazvanên mafên mirovan kirin û xwestin dengê xwe bilind bikin. Rêxistina Efoyê di daxuyaniyê de diyar kir ku Atena Daimi û Gulrux İbrahim Îrayî parazvanên mafên mirovan in û wiha got: 2 girtiyên jin dema sirgûnî Girtîgeha Karcax a Bajarê Reyê kirin rastî tundiya fîzîkî û derûnî hatine. 2 jin li dijî binpêkirina mafan di 3'ê Sibatê de ketine greva birçîbûnê.  Parazvanê mafên mirovan Areş Sadikî diyar kir ku di 27'ê Çile de ji bo Atena Daimî û hevsera wî Gulrux Îbrahim Îrayî dîsa bînin girtîgeha Evinê ketine greva birçîbûnê, lê ji ber nexweşiya wan a giran dawî li çalakiyê anîne. 
 
LI DERVÊ ZAGONAN SIRGÛN KIRINE 
 
Rêxistina Efoyê anî ziman ku Atena Daîmî û Gulrux Îbrahîm Îrayî di 24'ê Çile de ji Girtîha Evînê sirgûnî Girtîgeha Karcaxê kirine û wiha cih da daxuyaniyê: "2 jinên hatin sirgûn kirin diyar kirin ku li girtîgehê her dem mêr çêran ji wan re dikin û her dem dixwazin êrîşî wan bikin. Ji ber zextên Gulrux Îrayi û Atena Daimî ji 3'ê Sibatê ve bi armanca vê yekê şermezar bikin ketine greva birçîbûnê. Hat diyar kirin ku berê Girtîgeha Rey  cotgeha mirîşkan bû. Herdu jin jî di bin îşkence û rîska xerab de dijîn. Bi sedan jin li wir di bin şertên giran û ji tenduristiyê dûr tên girtin. Nikarin ji mafê xwe yê tenduristiyê û mafê paqijiyê sûdê bigirin. 
 
2 girtiyên jin di 22'ê Cotmeha 2014’an de hatin binçvkirin û piştî 86 rojan di bin çavan de man, hatin girtin û şandin Girtîgeha Evinê. 
 
Atena Daîmiî di Adada 2015'an de li Dadgeha Şoreşê ya Tahranê rastî 14 sal cezayê girtîgehê hat. Atena Daîmî jî di Îlona 2016'an de rastî 7 sal ceza hat.