Midûrê tacîzkar serbest berdan

  • jin
  • 17:28 12 Sibat 2018
  • |
img

KONYA - Birayê parlamenterê AKP'î û Midûrê Îdareya Koçberiyê ya Konyayê Ahmet. B. yê kutacîzî jinek koçber a Misirî kiribû serbest hat berdan. 

Birayê Parlamenterê AKP'î û Midûrê Îdareya Koçberiyê ya Konyayê Ahmet. B. yê tacîzî jinek koçber a Misirî kiribû serbest hat berdan. Jina Misirî ya koçber, ji bo mafê welatibûnê bistîne serî li Îdareya Koçberiyê da û rastî êrişa tacîzê hat. Jina Misirî ku serî li Midûrê Îdareya Koçberiyê Ahmet B. ku di heman demê de birayê Parlamenterê AKP'î ye, da, navnîşan û nûmara xwe ya ragihandinê hişt û çû. Ahmet B., yê çû mala Jina Misirî xwest tacîz bike, li ser giliyê jinê hat binçavkirin. 
 
Jina Misirî diyar kir ku piştî rastî êrîşa tacîzê hat gelek tirsa û Konya terk kir. Li ser vê yekê Midûr Ahmet B. hat binçavkirin. Piştî Ahmet B. îfade da dozgeriyê serbest hat berdan. Ahmet B. dê serbest bê darizandin.