Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû

  • jin
  • 09:11 13 Sibat 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Jinên li Mêrsînê tev li perwerdehiya Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) dibin, diyar kirin ku ew li vir mafê xwe fêr dibin û baweriya wan a li hemberî wan zêde dibin. 

Komeleya Çareseriyên Nû -Mafê Mirovan a Jinan ku ji sala 1995'an heta niha li Tirkiye û Cîhanê ji bo mafê jinê û zayenda civakî bi salan e xebatê dide. Komele di çarçoveya xebatan de, li Mêrsînê perwerdehiya Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) daye destpêkirin. Jinên tev li bernameya KÎHEP'ê bûn, diyar kirin ku ew li vir mafê xwe fêr dibin û baweriya wan a li hemberî wan zêde dibin. 
 
Li gorî raporê kesên tev li bernameyê dibin ji sedî 94 bi xwe bawer dibin. Ji sedî 89’ê wan bêdir dibin xwedî gotin û vîn. Ji sedî 67’ê wan di qada siyasî de çalak bûn. Ji sedî 59’ê wan di nava rêxistina jinan de cih girtin. 23 salin xebatên wan ên perwerdehiyê didome. Yên dixwazin tev li bernameyê bibin, bi riya saziyen jinan ên bajar serî li komeleyê didin. Perwerde yekem car ji aliyê Kolektifa Keda Jinan, Komeleya Jinan a Gunebakan û Komeleya Jinan a Serbixwe ve hat dayîn. Jinên ku tev li perwerdehiya 14 hefte ye didomin bûn diyar kirin ku bi perwerdehiyê baweriya wan a li hemberî wan zêde bû. 
 
 
Rêvebera Koma KÎHEP'ê ya Kolektifa Keda Jinê Ozge Goncu, anî ziman ku êdî ew rêxistinên jinan ên herêmî perwerde dikin û wiha got: "Di bernameya perwerdehiyê de mafê mirovan ên jinan, mafê qanûna bingehîn, mafê medenî, mafê parastina li dijî tundiyê, parastina tundiya di nava malbatê de, mafê debar û aboriya jine ragihandin, zayenda civakî, mafê zarokan tê dayîn. Mafê jiyê yê zayendi, siyasî, feminizmê û rêxistinê tê dayîn. Perwerde 16 hefteyan berdewam dikin. 14 hefte me li pey xwe hişt." 
 
‘RÊXISTINBÛNA JINAN ESAS DIGIRE' 
 
Goncu, anî ziman ku ji bo jin mafê xwe fêr bibe tê perwerdekirin û rêxistinbûna jinan esas digirin. Goncu, da zanîn ku li dijî tundiyê têkoşînê xurt dikin û hişmendiya pêşxistina têkoşînê fêr dikin û wiha got: "Em armanc dikin ku jin bêtir ji xwe bawer bin û xwe bi rêxistin bikin." Em dê di 8'ê Adarê de ji bo mafê jinan li qadan bin. 
 
'EZ MAFÊ XWE FÊR BÛM' 
 
Derûnînas Gulan Denîz, diyar kir ku wê di xebatên KÎHEP'ê de mafê xwe fêr bû û wiha got: "Li vir perwerdehiya ku jin çawa mafê xwe fêr dibin fêr dike. ez wekî jin dema hevserê xwe berdim ez xwedî kijan mafim? Di qadên jiyanê de mafê min çine? Ez fêr dibim. Ez fêr bûn ku gelek mafên min hene. Agahiyên ku li vir fêr dibim pir bi qîmet in." 
 
'EZ BÊTIR SERBILIND IM' 
 
Xwendekara Beşa Derûnînasiyê ya Zanîngeha Mêrsînê Sevcan Sat jî diyar kir ku ew dixwaze ji bo jinan di qada jinan de hin tiştan bike û wiha got: "Ez dixwazim mafê xwe yên zagonî fêr bibim. Ez dixwazim bêtir xwedi hêz bim. KİHEP’ê bendewariyên min bersivand. Ez mafê xwe fêr bûm. Ez bêtir xwe wêrek dibînim. Ez fêr bûm ku em mafê xwe nizanin. Ez pir kêfxweş im ku li vir im." 
 
'EZ GELEK TIŞT FÊR BÛM' 
 
Mîmar Sarî ku tev li xebatên KÎHEP'ê bû jî wiha got: Semra Sarı da, “Ez destpêkê bê hêvî bûm. Ez dixwazin di nava xebatên jinan de cih bigirim. Baweriya min ya li hemberî min zêde bûn. Ez gelek tişt fêr bûm. Ez armanc dikim ku piştî vê perwerdehiyê Komîsyona Jinan a Odeya Mîmaran a Mêrsînê têxin nava tevgerê. Em jin li vir fêr dibin û zane dibin. Piştî perwerdehiya KİHEP’ê jiyana me hat guhertin."