‘Hafîfe Temel bi salan îşkence dît’

  • jin
  • 12:39 13 Sibat 2018
  • |
img

WAN - Li navçeya Rêya Armuşê ya Wanê xizim û cîrana Hafîfe Temel a ji aliyê hevjînê xwe Ahmet Temel ve hat kuştin Behîce Temel, diyar kir ku Hafîfê bi salan rastî tundiyê hat û berî bê kuştin ji ber ku neçûye hawara wê bi wijdanî êşê dijî. 

Li Kolana Guneş a Taxa Serhat a girêdayî navçeya Rêya armuşê ya  Wanê, Hafîfe Temel a 80’î salî bi salan rastî tundiya hevjînê xwe Ahmet Temel ê 82 salî hat û di 8’ê Sibatê de jî kuşt. Kujer  destpê kê hat berdan û dûrê carek din hat binçavkirin û girtin. Xizim û cîranê Hafîfe Temel Behîce  Temel, diyar kir ku tevahî jiyana Hafîfe dinava xizantiyek mezin de derbas bû û wiha  axivî: “Jina pîr bi salan rastî tundiyê hat.”
 
BI DEHAN CAR HESTIYÊN LAŞÊ WÊ ŞKANDIN
 
Behîce Temel, anî ziman ku şeva bûyerê dengê qîjîniyên wê bihîstin û wiha got: “Vaye hîna jî dilopên xwîna wê li ser diwaran hene. Di tevahiya jiyana xwe de hin caran destê dişikan û hin caran jî piyên wê dişikand. Eziyeta wê tu carî xelas nebû. Careke din dîsan tiliyên wê şikandibûn. Xwe veşart hat gel min. Min ew bijîşk û hat dermankirin. Em hemû şahide îşkenceya Ahmet a li wê dikirin. Lê tiştek ji destê me nedihat. Ji ber zilma zilam ne zarokên wê û ne jî xizmên wê ew ne dipirsîn. Me cilên xaleta Hafîfe dişoşt û nanê wê çêdikir. Bi halê xwe yê pîr û seqet her şev rastî zilmê dihat, lê dîsan jî hemû karên wî zilamî dikir.”
 
‘ROJA KU KURÊ WÊ NE MALBÛ KUŞT’
 
Temel, anî ziman ku çeke Ahmet hebû û wiha bilêv kir: “Ji ber ku çeke Ahmet hemû ji tirsan me nekarî em xaleta Hafîfe xelas bikin. Saet nîveka şevê bû, destpêkê qîjîniya xaleta Hafîfe hat me, dûre çend polîs û ambulans hat cihê bûyerê. Bi zarokên xwe re li malê bûm, lê ji tirsa min nekarî dengê xwe derxim. Roja bûyerê xaltiya Hafîfe û kurê xwe Hasan li malê bûn. Ger kurê wê nebûya dê ji zûde pîra Hafîfe bikuşta. Ahmet ji kurê xwe ditirsa. Gava kurê wê li mal bû li hevjîna xwe nedixist. Wê şeve kurê xaltiya Hafîfe ne li mal bû. Ji bo kar bibîne çûbû cihekê. Kurê wê li kuye em nizanin. Ewqas tişt hatin jiyîn hîna jî nehatiye.”
 
'BERÎ BÛYERÊ DU ROJAN MIN DÎT’
 
Temel, destnîşan kir ku berî bûyerê du rojna Hafîfe dibîne û wiha bi dawî kir: “Di destê wê nan hebû. Li ser piyan me sohbet kir. Ji min re got ‘ez ji çavê xwe yê çepê emeleyat bûme.’ Nexweşiyên wê pir pêşketibûn. Rewşa wê nebaş bû. Min got were gel me. Got ji tirsê Ahmet nikarim derbikevim. Ahmet êrîşî zarokên xwe jî dikir. Zirar dida xwe jî. Carekê bi pêrê serê xwe şikandibû. Me giliyê polîs kir. Min ji polîsan re got çeka wî heye, jê bistînin. Dê rojêkê li me hemû gule bireşîne. Polîsan ji min re gotin, ‘bila çeke te jî hebe.’ Ji bo vê bûyerê êdî min dest ji giliyên xwe jî berdane.”
 
MA / Nîmet Olmez