Jinên Efrînî daketin qadan: Em li vir in

  • jin
  • 13:30 13 Sibat 2018
  • |
img

EFRÎN - Li Efrînê bi deh hezaran jin li dijî êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê tê meşandin meşiyan û mîtîngek bi heybet pêk anîn. 

 
Şerê ku Tirkiye li dijî Efrînê di 20'ê çile de da destpêkirin bi êrîşên hewayî û bejayî di roja 25'an de berdewam dike. Li Efrînê bi deh hezaran jin di pêşengiya Kongra Star de bi dirûşmeya “Ey jinên cîhanê ji bo Efrînê serî hildin” meşek girseyî pêk anîn. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" li dijî şerê TSK'ê yê li ser Efrînê dimeşîne daketin qadan û meşiyan. Bi deh hezaran jin li Qada Newrozê kom bûn û heta nexweşxaneya Dersimê meşiyan. Di xwepêşandanê de endamên jin ên saziyên civaka sivîl, hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Dediya Yûsif, Hevseroka Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Asya Ebdullah, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso, endamên Yekîtiya Jinên Êzdî yên Efrînê û bi hezaran jinên kantona Efrînê beşdar bûn. Xwepêşandêr li çerxeriya Newroz a bajarê Efrînê kom bûn û şaxên zeytûnan û wêneyên kesên li Efrînê di şer de jiyana xwe ji dest dan bilind kirin. Pankartên “Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî nirxên jinan û jiyanê ye”, “Erdogan kujerê jin û zarokan e”, “Efrîn axa bavpîrên me ye”, “Em ê li Efrînê li ber xwe bidin û em ji Efrînê dernakevin”, “Artêşa dagirker dîroka gelên herêmê armanc digire”, “kuştina jin û zarokên Efrînê rawestînin”, “Parastina jinan parastina dîrokê ye”, “Na ji bêdengiya naventewî re” û “Em hemû YPG’ê û YPJ’ê ne” hatin bilindkirin.
 
Xwepêşandêr ber bi qada giştî ya pêşiya nexweşxaneya Dêrsim ve herikîn û durişmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û silavkirina berxwedêrên Efrînê qîriyan û diyar kirin ku bêdengiya navnetewî tê wateya ku hevkarên komkujiyên li dijî welatiyên Efrînê ne.
 
Tevî hemû dengên teqînên topên TSK'ê jinan xwepêşandana xwe ber bi qada nexweşxaneya Dêrsim ve berdewam kirin û li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif axivî û pesna berxwedana serdemê ya Efrînê da. Yusif wiha got: "Dayîkan kezebên xwe fedayî parastina herêma Efrînê kirine. Bi saya fedekariya şervanan êrîşên dagirkeran li dijî Efrînê tên şikandin.” 
Hediye Yûsif di berdewama axaftina xwe de got ku wan durişmeya “serkeftin an serkeftin” bilind kirine û dê têkoşîna xwe heta dawî li ser riya azadiyê berdewam bikin.”
 
Xwepêşandan bi durşmeyên dilsoziya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re bi dawî bû.