Hem li mal, hem li zeviyê û hem li bazarê dixebite

  • jin
  • 09:11 14 Sibat 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Gurbet Toprak a li bazara semtê dikandariyê dike, ji bo jinan derfetên kar diafirîne û bi hev re xebatê dimeşînin. Toprak, xwest jin hewceyî kesî nebin û aşkera kir ku geh li zeviyê, geh li bazar û geh li malê dixebite.

Dayika 6 zarokan Gurbet Toprak a 40 salî, li bazara semta herêma 3’yemîn a navçeya Akdenîza Mêrsînê dikandariyê dike, hem debara xwe dike û hemû derfetên kar ji bo jinên saz dike. Toprak, ji Mêrsînê diçe bajarên wekî Dîlok, Bursa û Edeneyê, hilberînên lûf, yêlek, patîk û faykeyên bi destên hatine çêkirin li bazaran difiroşe.
 
‘MIN DI ZAROKATIYÊ DE DEST BI VÎ KARÎ KIR’ 
 
Toprak, diyar kir ku wê di zarokatiya xwe de dest bi vî karî kiriye û wiha axivî: “Ji ber ku malbata min xizan bû, min di dibistana seretayî de meqes û tayê nexşan difirot û alîkariya malbata xwe dikir. Piştî min dest ji dibistanê berda, dayika min ez şandin qûrsê. Niha jî ji bo debara malbata xwe ez vî karî dikim. Ez li malê karê destan dikim û difiroşim. Piştî hevjînê min bêkar ma, pirsgirêkên me yên aboriyê derketin. Destpêkê min bi karê pêlavan dest bi bazarvaniyê kir. Gava min dît ev karê min nameşe, min dest bi firotina hilberînên xwe yên destan kir. Hevjînê min jî di bazarê de dibe alîkar. Niha karê min baş diçe. Niha herî zêde gure tên firotin. Li gorî demsalê hilberînan çêdikim û difiroşim.”
 
HEMÛ BARÊ MALBATÊ GIRTIYE SER MILÊN XWE
 
Toprak, da zanîn ku ji necarî hema bêje 24 saetan dixebite û wiha got: “Ez hem karê xwe yê bazarê û hem jî karê malê bi hev re dikim. Heke rewşeke cuda dernekeve, her roj diçim bazarê. Ez saet di 09.00’an de diçim bazarê heya saet 20.00’ê êvarê paşê têm malê. 24 saetan li ser piya me. Cardin zeviya zeytûnên min hene. Ez hemû karê malê dikim.”
 
‘DIVÊ JIN HEWCEHÎ TU KESÊ NEBIN’
 
Toprak, xwest jin bixebitin û wiha domand: “Divê jin hewceyê tu kesî nebin. Aboriya xwe bi xwe qezenc bikin. Di jiyana civakî de karekê ku jin nekarin bikin tuneye. Tiştekê ku jin tenê li malê rûnin tuneye. Hemû jin dikarin bixebitin. Tenê bila baweriya xwe bi xwe bînin. Navbera min û kirînerên min baş e. Pir ji min hes dikin.”