Jin dê 1’ê Cotmehê dakevin kuçeyan

  • jin
  • 09:00 20 Îlon 2017
  • |
img

STENBOL –Koma Lezgîn a Pêşîlêgirtina Kuştinên Jinan, dest bi kampanya “Ji bo jiyanek Wekhev û Azad, Ev Qanûn Wiha Naçe” kirin. Jin dê 1’ê Cotmehê li dijî êrîş û qanûnên bêyî jinan hatine diyarkirin dakevin kuçeyan. 

Koma Lezgîn a Pêşîlêgirtina Kuştinên Jinan, dest bi kampanya “Ji bo jiyanek Wekhev û Azad, Ev Qanîn Wiha Naçe” kirin. Jin ji bo destnîşankirina çalakên kompanyayê û ketina tevger di rojên borî de li Mekanê Femînîst a Beyogluyê kom bûn. Endamên komê dê di dawiya hefteyê de metna kampanyayê ragihîn in û di 1’ê Cotmehê de li koçeyan û di 2’yê Cotmehê de jî li Enqereyê bin. Endama Koma Lezgîn a Pêşîlêgirtina Kuştinên Jinan Ferîde Eralp têkildarî çima pêdivî bi kampanyayê heye, axivî. 
 
'ÊRÎŞÊN LI SER JINAN NE NÛ NE’
 
Eralp diyar kir ku êrîşên bi devkî û fîzîkê yên di demên dawî de yên li ser jinan ne nû ne. Eralp da zanîn ku awayê rîşan hatiye gohertin û wiha got: “Berê awayên êrîşan tacîzên zayendîbûn, lê niha veguheriye ‘nobedariya exlaq.’” 
Eralp  anî ziman ku qanûna miftiyan ji roja ku ketî rojevê pir nîqaş li ser hatin kirin û wiha bilêv kir: “Qanûnên din hema bêje qet nehatin nîqaşkirin. Em hewldidin îtîraza me ya derbarê qanûna miftiyan rast bê fam kirin. Raste ev qanûn nayê wê wayetê mahra mela ne mahra fermiye.”   
 
KAMPANYAYA ‘EV QANÛN WIHA NAÇE’ 
 
Eralp da zanîn ku Pêşnûmeya Qanûna Mafê Mexdûr ji bo girêdayî Peymana Stenbol a jinan bi salane hewl didin  û wiha pêde çû: “Ev qanûn bê agahiya jinan hatiye amade kirin. Ji ber vê kêm û xumam e. Em li ser vê pêşnûmeya qanûnê nîqaş dikin û me banga tevlibûnê kampanyayê kir. Metna ku me amade kirî, em ji îmzeyên jinan re vebikin û ji vir û şûn de ji bo Jiyanek Wekhev û Azad, Êdî Ev Qanûn Wiha Naçe, dê kampanya me mezin bibe. Em ê dawiya heftê metna xwe derbixwein û di rojên pêş de em ê li koçeyan dengê xwe bilind bikin.” 
 
‘EM Ê 1’Ê COTMEHÊ LI HER DERÊ BIN'
 
Eralp di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Ji bo ku ev yek pêkan bibe, em ê li dijî qanûnên ku jiyana me tarî dikin derbikevin. Em bang li hemû jinan dikin ku, werin em bihevre denge xwe bilind bikin. Di 1’ê Cotmehê de heya ji me were em koçeyan tije bikin û di 2’ê Cotmehê de jî em ê li Enqerê bin.”