Li Denîzlî zilam hevjîn û keça xwe kuşt

  • jin
  • 12:08 15 Sibat 2018
  • |
img

DENÎZLÎ – Li Saraykoyê Oktay Şahîn ê der barê wî de biryara dûrkirinê heye, hevjîna xwe û keça xwe ya 15 salî kuşt. 

Li navçeya Saraykoyê Oktay Şahîn, hevjîna xwe Ayşe Şahîn û keça xwe ya 15 salî kuşt. Şahîn bi çeka lûle dirêj gule li hevjîna xwe û keça xwe barand. Şahîn pişt re bi heman çekê berê xwe jî da. Ayşe Şahîn birîndar bû û keça wê Nurdan Şahîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ayşe Şahîn a rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Oktay Şahîn jî li nexweşxaneyê rakirin bin dermankirinê. Hat zanîn ku der barê Oktay Şahîn de biryara dûrkirinê heye.