Hêjmara parêzerên jin di 10 salan de duqat zêde bûn

  • jin
  • 13:23 15 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Tabîbên Tirk (TBB) têkildarî zêdebûna hêjmara parêzerên jin, dane parve kirin. TBB'ê diyar kir ku di 10 salên dawî de hêjmara parêzerên jin duqat zêde bûye û ji 20 hezaran derketiye 46 hezar parêzerên jin. 

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TBB) têkildarî zêdebûna hêjmara parêzerên jin dane parve kirin. Li gorî daneyên TBB'ê di 31'e Kanûna 2007'an de hêjmara parêzeran 60 hezar û 710 kes bûn. Di 31'ê Kanûna 2017'an de hêjmara parêzeran derketiye 106 hezar û 496 kesan. Li gorî daneyên TBB'ê hêjmara parêzerên jin di nava 10 salan de ji  20 hezar û 722 kesan derketiye 46 hezar û 136 jinan. Li Stenbolê 40 hezar û 106 parêzer hene û ji van parêzeran 19 hezar û 162 parêzer jê jin in. Li Enqereyê jî 14 hezar û 800 parêzer hene û 6 hezar û 746 parêzer jê jin in. Li Îzmirê jî 8 hezar û 21 parêzer hene û 3 hezar û 798 parêzer jê jin in.