‘Li Tirkiye ji bo jinên penaber şertên guncav tune'

  • jin
  • 12:10 16 Sibat 2018
  • |
img

ENQERE - Seroka Komeleya Jinan a li Dijî tundiyê ya Urdunê Kholoud Khrais, bal kişand ser şert û mercên Tirkiye yên ji bo jinên penaber û wiha got:  “Dema em li wargehên penaberan ên li Tirkiye digerin, em dibînin ku bi taybetî ji bo jinan şertên guncav ên jiyanê tune ye." 

Şer û tundiya ku li Rojhilata Navîn pêş dikeve herî zêde bandorê li ser jiyana jin û zarokan dike. Bi taybetî jin û zarokên ji cih û warên xwe kocber bûne û di kampên penaberan de dijîn di bin şertên herî dijwar de têdikoşin. Penaberên ji welatê xwe koçî welatekî din kirine, ji hemû mafê xwe yên jiyanê bêpar dijîn. 
 
Têkildarî penaberên jin û zarok ên warelatên xwe koç kirin, Seroka Komeleya Jinan a li Dijî tundiyê ya Urdunê Kholoud Khrais, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirşxandin kirin. Kholoud Khrais, bal kişand tundiya li ser jinan û têkoşîna jinan a li dijî tundiyê."  
 
'EM LI DIJÎ TUNDIYÊ TÊKŞÎNEK MEZIN DIDIN' 
 
Khrais, diyar kir ku jin herî zêde rastî tundiya malbatê tên û wiha got: "Jin di nava malbatê de herî zêde rastî tundiya bav tên. Bi taybetî tundiya fîzîkî pir zêde ye. Jin dîsa li cihê kar rastî mobbingê tên. Jinên rastî tundiyê tên û serî li me didin, em piştgiriya derûnî û hiqûqî didin wan. Em raporan amade dikin û van raporan pêşkêşî cihên eleqeder dikin. Em pêvajoya hiqûqî dişopînin. Yên ku nikaribin parêzeran bigirin em ji wan re parêzeran temîn dikin. Ji bo em tundiya li dijî jinê rawestînin em têkoşînek mezin didin. Ev pirsgirêka civakîy e. Hikûmeta Urdunê hin guhertin çêkirin. Piştî guhertinên zagonî em dibînin ku tundî hinekî kêm bûye. Ji bo jinên rastî tundiyê tên xeta telefonê ya tundiyê hat avakirin. "
 
'DAÎŞÊ ZAROK KIRIN BOMBEYÊN ZINDÎ' 
 
Khrais anî ziman ku di şer de zarok û jin rastî tundiyê hatin û wiha got: "Mînak di sala 2014’an de DAÎŞ'ê li Şengalê zarok û jinên revandin. DAŞ'ê jinên Êzidî wekî kole û cariye dîl girtin. Hemû cureyên îşkence û tecawizê li wan kir. Jin û zarok rastî pêkanînên dijmiroviyê hatin. Zarokên jin ducanî man. Gelek jin ketin nava tramvaya derûnî û întîhar kirin. DAIŞ'ê hin zarok û jin bi zora çekan xistin nava refên xwe. Zarok li Kobanê li dijî şervanên kurd wekî bombeyên zindî xistin nava şer. Zarokên Sûriye jî kirin bombeyên zindî. Herî zêde jin û zarok dikevin bin tesîra şer. "
 
'LI TIRKIYE JI BO JINÊN PENABER ŞERTÊN GUNCAV TUNE'
 
Khrais, anî ziman ku li Tirkiye gelek wargehên penaberan ziyaret kir û dît ku ji bo jinan şertên guncav ên jiyanê tune ye. Khrais, anî ziman ku penaber, jin û zarok li wargehan di nava şert û mercên pir xerab de dijîn. Min mirovên ku tu alav û amûrên xwe bi xwe re neanîne û hatine dît. Li Tirkiye hin mirovan mal û deriyên xwe li wan vekirin û xwarina xwe bi wan re parvekirin. Li Tirkiye wargehên penaberan bi taybetî ji bo jin û zarokan ne guncav e. Li erdê zarok welidandine. Aboriya wan pir xerab e. Di milê derûnî de pêdiviya jinan gelek e. Rastî tundiya fîzîkî û zayendî hatine. Li ber çavên zarokan dayik û bavê wan kuştine. Ev pirsgirêk tenê bi piştevaniya navneteweyî dikare çareser bibe." 
 
'JIN CIVAK BI XWE YE' 
 
Khrais, destnîşan kir ku ji bo ev pirsgirêk çareser bibe divê di milê zagonî de guhertinên ciddî bên kirin û medya rola xwe rast û baş pêk bîne. Khrais xwest hemû mafê jinê bê parastin û dayîn û wiha bi dawî kir: "Nêviyê civakê jin in. Nêviyê mayî jî jin wan diwelidînin. Ji ber vê yekê civak jin bi xwe ye. Divê di vir de medya rol û rista xwe rast bilîze." 
 
MA / Diren Yurtsever