Newroz li ku ye?

  • jin
  • 12:46 16 Sibat 2018
  • |
img

RIHA – Newroz Korkmaz a 15 salî 5 meh berê li Siwêregê hat revandin. Dayika Korkmaz, Husne Korkmaz a li keça xwe digere pirsa keça xwe kir û got: “Tê gotin ku kesê keça min revandiye hatiye girtin. Keça min li ku ye?” 

Di 1’ê cotmeha 2017’an de li navçeya Siwêregê ya Rihayê Newroz Korkmaz a 15 salî ji bo biçe dikanê ji malê derket û 5 mehin agahî jê nayê girtin. Li gorî behsa şahidên bûyerê, Korkmaz li li ber dibistana taxa Şaîr Îbrahîm Rafet ku rûdinê ji aliyê 3 zilaman ve bi darê zorê li wesayitekê siwar kirine.
 
‘QAŞO GIRTIN E, LÊ AGAHÎ JI KEÇA MÎN NÎNE’ 
 
Dayika Korkmaz, Husne Korkmaz got ku keça wê revandine û ji jiyana keça xwe bi fikar e. Korkmaz îdia kir ku kesê keça wê revandiye Huseyîn Î. yê bavê 3 zarokan ê 33 salî ye û got: “Piştî demekê gotin Huseyîn hatiye girtin. Lê hêj min ji keça xwe agahî negirtiye.” Korkmaz serî li Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Rihayê da û anî ziman ku wê ne ji edliyê û ne jî ji qereqolê agahiyên saxlem negirtiye.
 
‘NEWROZ LI KU YE?’ 
 
Korkmaz diyar kir ku dema Newroz winda bû serî li Midûriyeta Polîsan a Siwêregê da û wiha got: “Polîsan got ‘em ê keça te bibînin.’ Xwestin ez biçim malê. 5 meh derbas bû hêj agahiyek jê tune ye. Pişt re dîsa polîsan j imin re got ku Huseyin di meha mijdarê de li Îzmîrê hatiye girtin. Baş e, lê keça min Newroz li ku ye? Piştî keça min hat revandin, 2 meh şûn ve li min geriya û got ‘dayê’ û telefon girtin. Min wê hejmara telefonê da polîsan. Sînyalê li Îzmîrê girtine. Jixwe kesê keça min revandiye jî li Îzmîrê hatiye girtin. Ez daxwaza piştgiriyê dikim. Ez nizanim biçim ku dere.”
 
'KEÇA MIN DÎTIN LÊ…’ 
 
Korkmaz destnîşan kir ku birayê kesê Huseyîn Î. yê tê îdiakirin ku keça wê revandiye lê geriyaye û got: “Birayê wî li min geriya û got ‘Me keça te dîtiye, gilîkirina xwe paş ve bikişîne em ê keça te bînin.’ Bi vê telefona li min geriya, min hejmarê da Komîsyona Jinan a Baroya Rihayê. Ez bang li hemû saziyên jinan dikim ku piştgiriyê bidin me.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel